Ez jî çendeke ku li Başûrê Kurdistan, li Hewlêrê me... Berî êrişa DAÎŞ’ê jî, gava ku DAÎŞ êriş anî şûnde jî li vir bûm... Ji ber wê, him berî êrişê him jî piştî êrişê, taybet li ser civaka Hewlêr û tavehî Başûrê Kurdistan çend çavdêrî yên min çê bûn. Îro ez dixwazim ew çavderiyan bi we re parve bikim.
Berî êrişa DAÎŞ’ê li Hewlêr her tişt asayî bûn. Em bixwe jî ji bo festîvaleke sînemayî hatîbûn Hewlêr’ê û li vir kes ne li benda bûyereke bi vî rengî bû. Şahî, televizyon, sînema, artîstên navdar, her awayî “mall”, ango cihên danûstandinan, xwarin, vexwarin, teqsiyên luks û înşaatên rê, hin xaniyên bilind û bi cam, hin kar û barên curbecur, rojane di jiyana gel de tevgerên bi vî rengî diqewimiyan. Kelikela germahiya Hewlêrê jî bi rengeke din...
Lê gava nûçeyên DAÎŞ’ê hêdî hêdî li ser ekranên televizyonan dest pê kir şûnde, bandora gel, axaftinên rojane, naveroka sohbetan jî hêdikana guherî. Birastî yekem berpêyî panîkeke nezaniyê û tirs bû. Min taybet li nav çavên însanan dinêriya. Gava ku sohbet dihat li ser DAÎŞ’ê, axaftin bi çi rengî didome bila bidome, di nav çavan de tirseke kûr xuya dikir. Endama Meclîsa Parêzgeha Mûsil’ê derket li ser ekranan û ji bo parastina bajarê xwe bi qurf bang ji wezîrê parastinê ango saziya pêşmergetiyê kir. Ji ber ku li Kurdistan gel zanîbû, endamên DAÎŞ’ê gava ku derek xistin bin destê xwe, bi tu awayî ji nêrîna kesekî mêze nakin, hema em bêjin cihek xist bin qontrola xwe, seranser dest bi serjêkirinan dike. Dadmendî û demoqrasî bi tu awayî naşixulîne. Ji ber wê li Hewlêr'ê di dilê miletê de tirsek hebû birastî. Ew tirs, ewqasî ku min bi çavê xwe dît û pê re axivîm, di dilê karmend û dewlemendên Tirkiyê de jî hebûn. Piştî dagirkirina Mûsil’ê yekem roj, gelê Kurdistan bi şiklekî xwestek ve çavên xwe li ser hêzên Kurdistaniyan tûj kirin û kûrandin.
Belê, ji bo peşmerge jî baweriyek hebû lê, ew jixwe di rewşên asayî de jî rewa bû, lê pirseke bi vî awayî jî li ser lêvên her kesî de dihate xwandin: “Heke êriş were li ser Kurdistan û DAÎŞ an jî hêzeke din ji bo dagirkirina Kurdistan ji nû ve bernameyeke tund çêke, wê demê misogeriya jiyana gelê Kurd çiye gelo?” Her kes pê hesiya ku ev pirs, pirsa herî jîyanî û gelekî girîng e.
Piştre, em dikarin bêjin di heman demê de, bi lez daxuyaniya çapemenî ya YPG’ê hat. Vêcar di serî de televizyona Rudaw, hemû televizyonên Kurdistana Başûr ekranên xwe ji bo YPG’yê vekirin. (Heta niha Kurdistaniyan tu çalakî û daxuyaniya YPG'Ê li ser ekranan nedîtibûn) Û piştre daxuyaniya Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK'ê... Rojê çend caran, tu kîjan ekran binêrî daxuyaniya YPG û KCK’ê diziviriya...
Piştî van pêşveçûyînan, di nav civakê de hêdikana rehetî xuya kir û hêdikana ronahî hat li ser çavan. Hêdikana ruçikên Başûriyan keniya. Bilî van tiştan, wek tê zanîn va çend meh e ku rojeva Başûriyan, nehatina butceya hikumatê ya Hikumata Navend ya Iraq'ê bû, lê vêca ev rojev jî bû mijara kenokan... Wekî, “DAÎŞ hat, meaş nehat...”
Lê tevahî çavdêriyên min ew e ku, êrişa DAİŞ’ê ewilî tirseke gelekî mezin xiste nav dilan, lê piştî çend pêşveçûyînan, wek daxuyaniya YPG û KCK’ê, baweriya xwe anîn ku ev êrişa DAÎŞ'ê, îhtîmalek bibe sedema yekitî û pistewaniya netewî ya hemû Kurdan... Erdhejiya DAÎŞ’ê erdhejiyeke bi vî rengî bû li Başûra Kurdistan...
Nêrîna hikumat û siyasetmedarên ku “siyaseta bilind” dişopînin çawa guherî nizanim, lê qasî ku ez bi çavdêriyên xwe dibînin, îro li Başûr, ji bo netewbûna Kurdan, ji bo yekitî û hevgirtina Kurdan ji her rojê wêdetir baweriyeke xurt dibiriqe.
Erdheja DAÎŞ’ê…
Erdhejiyek çê bû li Kurdistan. Erdhejiyeke wisa ku, ji Rojava bigirin heta Rojhilat, ji Bakûr bigirin heta Başûr, mêjî û nêrîna Kurdistaniyan jî di nav de, deşt û newal, bajar û gund, sazî û dezgeh, tevahî erdnigariya Kurdistan tev li hev bûn. Çi ku DAÎŞ hat ket Mûsilê, di navbera rojekî de Musil dagirt, xist bin qontrola xwe, beranberî vê bûyerê her çar parçê Kurdistan tevda hejiya.