Kafiroşên girêdayî Koperatîfa Êm û Ka yê ya li Wanê bi hatina mehên bihara rê. hemû kaya wan di destê wan de ma. Endamên Koperatîfê anîn ziman ku êdî ji ber ku kes sewalan xwedî nake û sewalan xwedî nakin, îflas dikin. Kafiroşan, diyar kirin ku 7 cûreyên kayê hene û herî zêde kaya sipî dihat firotin.
Kaya ku ji Mêrdîn, Amed, Êlih, Riha û Konya dihat, li Wan û herêmê bi buhayekî zêde dihat firotin. Kafiroş her sal bi 1000’an ton kayê dişînin Wanê û li vir difiroşin kesên sewalan xwedî dikin. Îsal ji ber zivistana dirêj û dijwar buhayê kayê zêde bû.
,Endamên Koperatîfê, diyar kirin ku piştî erdhejê, kesên sewalkarî û çandinî dikirin ketine nav zerarek mezin û ji bi vê yekê asta karê wan jî ketiye û ne baş bûye. Esnafan, anî ziman ku bi hatina biharê re û derketina sewalan a zozana dibe sedem ku bi hezaran ton ka di destê wan de dimîne û kafiroş nikarin firotinê bikin.
Ji endam û esnafê Koperatîfê Abidîn Bayozen ê bi salane kafiroşiyê dike anî ziman ku îsal ji ber piştî erdhejê xwedîkirina sewalan kêm bûye ka nefirotine, kêm qezenç dikin û îflas dikin. Boyazen weha got: “Me di mehê zivistanê de karekî baş dikir. Me berê rojê 10-15 ton ka difirot. Niha jî ji ber bihar hat, rojê em tonek ka difiroşin."
Endamê Koperatîfê Cahît Çelîk jî diyar kir ku li heremê ji ber sewalkarî xwedîkirina sewlan kêm dibe ji karê xwe bi fikarin. Çelîk, anî ziman ku niha di destê wî de bi qasî 100 hezar TL ka heye û wiha axivî: “Ji ber buhabûna mazotê kaya me di destê me de maye. Berê me kîlo bi 1 TL difirot. Niha jî em bi 500 qurişî difiroşin. Êdî em ti tiştî bi dest naxin û zirarê dikin."
DÎHA/WAN