Li Wane beriya erdhejê bazirganî gelek zindî bû. Lê piştî erdhejê bazirganiya sewalan têk çû. Mazata Wanê ku wekî navenda bazirganiya sewalkariya herêmê dihat zanîn pir zindî û bi tevger bû. Lê piştî erdhejê ew ruh û tevgera berê qet nayê dîtin. Welatiyên ku ji bajar û navçeyên derdorê dihatin pez û dewar dikirin êdî nayên mazatê. Cambazên li bazarê sewalan sewal dikirîn û difirotin ji ber bê eleqeyê bi gazinc in. Bazara ku beriya erdhejê her rojê zêdeyî sewal lê dihatin firotin niha kirîn û firotin pir kêm bûye.
Cambazên li mazatê dixebitin diyar kirin ku erdhejê gel perîşan kir. Cambazan, da zanîn ku berê conega bi 1000 TL. difirotin niha bi 600 TL. difiroşin. Welatiyê bi navê Lokman Işik ku 20 salin li Bazara Sewalkariyê cambaziyê dike, diyar kir ku sewalên ji bajar û navçeyên derdorê li bazarê dihatin firotin. Işik, anî ziman ku bazara sewalan a Wanê bandora xwe li hemû herêmê û Tirkiyeyê dikir. Işik, destnîşan kir ku piştî erdhejê sewalkarî gelek kêm bû û gelek kes sewalên xwe dibin Cizîr, Silopî, Dîlok û bajarên din. Işik, derbîrî ku piştî erdhejê bihayê sewalan kêm bû berê li qada bazarê nêzî 2 hezar kes digeriyan. Işık, bilev kir ku niha 200 kes jî nayên bazarê.

Welatiyê bi navê Yusuf Aheng ku cambaziyê dike jî anî ziman ku êdi sewal nayên firotin û gelek perîşan in. Aheng, anî ziman ku berê kîloya goşt 25 TL. bû lê neha tu kes goşt nakire. Cambazê bi navê Ramazan Sancak jî diyar kir ku bazirganiya sewalkariyê gelek kêm bûye û berê wan conega di navbera hezar û hezar 250 TL de difirotin, lê niha bi 600-700 TL. de difiroşin.

DÎHA/WAN