
Li ser erdeheja Wanê 5 meh derbas bû, lê hikûmeta AKP’ê di dewsa ku xizmetê bide erdhejzedeyan, li herêma erdhejê li gorî berjewendiyên xwe polîtîka meşandin. Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) der barê erdheja Wanê de çar raporên cûda amade kir. Serokê SES’ê Çetîn Erdolu got; “Li hemberî erdhejzedeyan newekheviyeke mezin tê meşandin û jiyan venegeriyaye rewşa asayî."
Li Wan´ê piştî erdheja mezin ku berî 5 mehan pêk hatibû, pêdiviyên erdhejzedeyan nehatin bicîhanîn û mexdûriyeta wan bi mehane dewam dike. Xelkê Wan´ê ku di dema erdhejê de dewletê ti alîkarî neda, piştî erdhejê jî hate jibîrkirin. Li Wanê di 23'ê Cotmehê û 9'ê Mijdarê de 2 erdhejên mezin pêk hatin. Di erdhejan de 28 hezar û 500 avahî hilweşiyan û ji sedî 60´ê şêniyên bajêr, bi 100 hezaran kes koç kirin. Tevî vê yekê hikûmeta AKP’ê ji bo ji alîkariyan sûdê wernegire, Wanê weke herêma karesatê îlan nekir.
SES: Xizmeta tendûristiyê nehat dayîn
Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) piştî erdhejê çar rapor amade kir. Serokê SES’ê Çetîn Erdolu diyar kir ku piştî erdhejê hemû nexweşxane ziyan dîtin û hatin valakirin, tenê Nexweşxaneya Lêkolînê ya Wanê ji bo xizmetê hate vekirin û destnîşan kir ku ev jî têrê nake, diviyabû hemû ji sedî 80-90’ê xizmetên tenduristiyê ji bo Wanê bihata vekirin û her tim nexweşxaneyên bi tevger hebûya.
Erdolu anî ziman ku dewletê di warê tendûristiyê de jî alîkarî nedaye û piştî erdhejê bi du mehan bi îdîaya ku rewş asayî bûye, xizmeta tendûristiyê bi pere daye. Serokê SES’ê Çetîn Erdolu got; “Dewletê di dewsa ku xizmeta ne tenduristiyê bide welatiyan, xwest ji wan pere bistîne û ev esas girt. Mirov ji xwe nikare behsa hebûna xizmetên civakî bike, niha li holê pêkanînên kûrkirina newekheviyê hene. Weke ku li Wanê jî tê gotin, heta niha hîna jiyan venegeriyaye rewşa xwe ya asayî.”
Pirsgirêk hene, xizmet têrî nake
Erdolû ragihand ku SES´ê der barê Wanê de di nav 5 mehand e 4 rapor amade kirine û diyar kir ku di raporên xwe de bal kişandine ser pirsgirêkên tendurîstî û tengasiyên mexdûrên erdhejê. Erdolu destnîşan kir ku raporên wan di raya giştî de cihek berfireh girtin, lê bela hikûmeta AKP’ê qet behs nekir jî. Erdolu got ku beşek ji xelkê Wanê li bajarên derdorê bi cih bû û daxuyaniya Erdogan a bi awayê “Yên bixwazin em dikarin ji bajêr vebiguhêzin” hişt ku gelê Wanê berê xwe bide bajarên rojava. Erdolu got; “Li vî bajarî êdî her kes qebûl dike ku hejmarek zêde koçber bûye. Lê heta niha jî xizmetên tenduristiyê kêm in.” Erdolu bal kişand ku xizmetên ji bo bêkesan, kampên Efxanan û bi taybet jî xizmetên ji bo zarokan têrê nakin, û destnîşan kir ku mirov nikare behsa xizmetên civakî yên li Wanê bike.
Hikûmetê li gorî berjewendiyên xwe tevgeriya
Erdolu destnîşan kir ku dewletê ji bo berjewendiyên xwe Wan weke herêma karesatê îlan nekiriye û got; “Wanê weke herêma karesatê îlan nekirin, xwestin herêmê ji bo TOKI’yê (şîrketekê xaniyên bi komel ava dike û girêdayî Serokwezaretiyê ye) vebike û dewlet rantê bi dest bixe.”
Erdolu diyar kir ku armanca wan parastina mafên kedkar û xizmetên tenduristî û civakî yên gel in û banga parastina xizmet û parastina tenduristiya gelê herêmê û erdhejzedeyan kir. Erdolu got; “Xebatên me yên li Wanê berdewam dikin. Emê der barê van xebatan de dîsa raporê amade bikin. Heta gel li dîsa vegere cîh û warê xwe û pirsgirêkên wan çareser bibin, em ê ji Wanê veneqetin.
ÎBRAHÎM G. AÇIKYER - ANF /ENQERE
Alîkarî nehat dayîn
Piştî erdheja Wanê li navçeya Payizava 265 avahî hilweşiyan. Lê heta niha ji bo mexdurên erdhejê tu gav nehat avêtin. Meclîsa Giştî ya Bajar a Wanê banga alîkariyê kir.
Di du erdhejên mezin yên Wanê de navçeya Payizava ya 22 kîlometre dûrî Wanê jî zerarek mezin dît. Rayedarên dewletê ku li vir lêkolîn kirin, ji bo pirsgirêkên bicîhbûnê çareser bikin soz dan, lê heta niha tu alîkarî nehatiye dayîn. Heta niha pirsgirêkên kesên ku di erdhejê de mexdûr bûne çareser nebûne û tevî ku 5 meh derbas bû muhatab jî nedîtin. Erdhejzedeyên ku li gundan dijîn jî bi mexdûriyeteke mezin re rû bi rû ne. Tevî ku keyayên gundan bi dehan çaran serî li rayedaran dan jî ti encam bi dest nexistin. Li ser vê yekê Meclîsa Giştî ya Bajar a Wanê li gundan lêkolîn kir. Komîsyona ku di bin serokatiya Endamê Meclîsa Giştî yê Bajar ê BDP'î Celal Bartu de hate avakirin çû serdana gundan û lêkolîn kir. Komîsyona ku ji 5 endamên meclisa giştî ya bajar pêk dihat piştî lêkolînê raporek amadekirin. Komîsyonê di raporê de diyar kir ku tevî gelek avahiyên li navçeyê, heta avahiya Qeymeqamiyê jî nayê bikar anîn. Komîsyonê di raporê de anî ziman ku wan li gundê Narik, Norkog, Arexan, Hindistan, Gov, Êngijtanis, Tonî, Zagosk û gundê Akrakê lêkolîn pêk anîye û di lêkolînê de dîtine ku 265 malan ziyan dîtiye. Komîsyonê da zanîn ku tevî ku di encama erdhejê de ziyanek mezin rû daye, dîsa jî komîsyona Rêveberiya Rewşa Lezgîn û Karesatê (AFAD) li cihê erdhejê lêkolîn nekiriye û hemû serlêdanên erdhejzedeyan bê encam maye.
Komîsyonê anî ziman ku ew ê rapora ku amade kirine ji hemû rayedarên eleqeder re bişînin.