Di vê serdema me de Recep Tayyip Erdogan temsîla faşîzma nû dike. Temsîla zihniyeta ku komkujî li dijî mirovayetiyê kiriye û bi miliyon û sedhezaran însan kuştiye dike. Temsîla dewleta Osmanî ya zalim û kujêr dike. Ew xwe mîna berdewamiya vê dewletê dibîne û hewl dide hemû gelên ku ji qirkirina Osmaniya filitî ne, carek din qir bike û koka wan biqelîne. Her wiha hewl dide şer û kuştinê li her devera heremê belav bike. Tevliheviyê li Rojhilata Navîn û Ewropa durist bike û bi riya vê yekê xwe bide pêş. 

Erdogan bawer dike ku ewê desthilatdariya xwe ya ku tenê kêmî ji sedî 50 ji gelên Tirkiyê destekê didê, xurt bike. Ew dixwaze atmosfêrek şer ava bike, bi riya wê xwe mîna “lehengekî netewî” diyar bike û li jêr buhaneya “metrisya perçebûna Tirkiye” dizî, sextekarî û dektatoriya xwe veşêre û bide nuximandin. 

Ji ber hesabên xwe yên girêdayî rewşa hundirîn ya Tirkiyê û şerê li dijî muxalefet û hêzên demokratîk, Erdogan vê kirîza hundurîn dewrî derve dike û hewl dide bi komkujiyan li dijî Kurdan hizra nijadperestyane ya Tirkan xurt bike û rejîma xwe bi vê yekê li ser piyan bihêle. 

Erdogan ne tenê li hundurê Tirkiyeyê, lê her weha li derveyî wê jî êrîşan dibe ser Kurdan. Êrişên herî dawî ew bûn, yên ku belafirên şer yên dewleta Tirk li dijî Rojava û Şingalê pêk anîn. Êrîşa li Şengalê di salvegera qirkirina Ermenî-Asûriyan a 24'ê Nîsana 1915'an de hate kirin. Berê jî, dagirkirina herema Babê di salvegera şerekî “serkeftinê” yê sultanê Osmanî ku bi dagirkeriya Şamê bi encam bû, hate kirin. 

Divê were gotin ku AKP pîlana xwe ya stratejî li ser berdewamiya bindestbûna Kurdan û astengkirina azadbûna wan ava kiriye. Li ser bêparbûna Kurdan ji hemû guhertin û destkeftiyan û mayina wan hejar û bindest ava kiriye. Li gorî AKP’ê divê Gelê Kurd sûdê ji vê guhertina ku niha li Rojhilata Navîn pêk tên negire. Divê Kurd bindest bimînin û nebin xwedî rêveberî û hêza parastinê. Ji ber hinê AKP hemû îmkan û têkiliyên dewleta Tirk xistiye bin xizmeta vê siyaseta xwe ya jiholrakina Kurdan. 

AKP-MHP ê niha zêdetir berê tivinga xwe dane Rojava. Ew dixwazin Rojava ji holê rabe. Di destpêka sala 2011’an de AKP’ê bi hemû hêza xwe hewl da rejîma Beşar Esed ji têkçûnê biparêze û serhildana gel ya li dijî wî, li gorî berjwendiyên xwe û hevkarên xwe yên îslamîst diyar bike. Di nava 6 mehên destpêka nakokiyan de, Wezîrê Karê Derve yê AKP’ê Ahmed Davutuglo 20 caran serdana Şamê kir. Wê demê AKP qaşo “Pakêta Reforman“ pêşkêşî Esed kir. Di wê “pakêtê“ de dihat pêşiyanrkirin ku rêxsitina Birayên Misliman a hevkara AKP’ê bibe hevparê desthilatdariyê bi Esed re û Sûriye mîna dewleteke navendî bimîne û tu formên xweseriyê neyên qebûlkirin. Her wiha di destûra bingehîn de nasnameya tu pêkhateyan neyê naskirin an jî bilêvkirin. Bi gotinek din, divê nasnameya Kurdan neyê naskirin û tu mafên rêveberiya ji bo wan neyê dayin. Lê ev pîlan neçû serî. Esed êrişên li dijî muxalifan dewam kirin û AKP jî destek da komên çekdar û ew bi çek û îmkan kir. 

Piştî Şoreşa 19’ê Tîrmeh a 2012’an li Rojava, AKP’ê taktîkên şer li himberî Kurdan guhert û yekser komên çete, di serî de DAIŞ ji bo şerê Rojava wezîfedar kir. Bi riya komên çete û DAIŞ’ê, AKP’ê şerekî komkujiyan û wêrankirinê li dijî Rojava da meşandin. Ev şer ji aliyê berxwedana Rojava li Kobanê vala hate derxsitin û DAIŞ li Kobanê têk çû. Kurd jî ji şerê bi DAIŞ’ê re xurtir derketin. Berxwedana Rojava ya li himberî hovîtiya DAIŞ’ê û parastina YPG û YPJ’ê ya nirxên mirovayehiyê, hebûna jinê û mafên kêmnetew û kêmolan, di asta navnetewî de bû cihê rêz û hurmetek mezin. Tecrubeya Rojava bû navê pesindayinê li ser zimanê her kesî. Têkiliyên hemû cîhanê bi Rojava re çêbûn û hêza QSD’ê bû hevkarê Koalsyona Navnetewî li dijî terora DAIŞ’ê. 

Dema AKP’ê dît ku hevkarên wê ji komên çete û DAIŞ’ê nikaribûn Rojava têk bibin û hîna jî nikarin û ew êdî li ber têkçûnê ne, biryar da ku bi xwe were meydana şer. AKP’ê niha şûna DAIŞ’ê digre û çavê wê li pêkanîna komkujî, wêrankirin û talankirina hemû beşên Kurdistanê ye. Ji ber hindê AKP artêşa xwe dişîne Rojava û Başûr, hewl dide rê li ber bigewdebûna federaliya Rojava û serxwebûna Başûr bigre. Piştî fermana Êzîdiyan li Şingalê, mudaxeleya HPG û avakirina YBŞ, dewleta Tirk serî li siyaseta mudaxeleyek eskerî ya yekser kir. Wê ji bo pêkanîna vê konsepta şer, serî li PDK da. Divê were gotin ku aliyekî konsepta li hemberî Rojava û Shingalê bi riya PDK´ê tê şidandin. AKP´ê û Erdogan destê xwe xistine sukra PDK´ê û ew tam ji bo xizmeta siyaseta xwe li heremê kirine amûrekî sereke. PDK bargehên eskerî ji artêşa Tirk re ava kirin, êrîş bir ser Şingalê, Êzîdî kuştin û ambargoya li ser Rojava xurtir kiriye. Her weha PDK şerê medyayê jî li dijî YPG û Rojava dijwartir kiriye. Hemû alavên ragihandinê yên PDK´ê Rojava û berxwedanê reş dikin û destekê didin hêzên dijberên Rojava û Kurdan. 

AKP-MHP ji hevkariya Rojava û Koalsyona Navnetewî ya li dijî DAIŞ’ê bêzarin. Bi taybet ew hesabê têkiliyên eskerî yên di navbera DYA û QSD dikin. Jixwe piştî êrişa dewleta Tirk ya vê dawiyê li dijî Rojava, DYA biryar da ku ew hêzên xwe yên eskerî bişîne ser sîor û berê devê tivinga xwe bide artêşa tirk. Vê yekê Erdogan har û dîn kir. Ew “lehengiya“ wî ya bi derewan li himberî artêşa Amerîkayê pûç û vala derxist. Berxwedana Kurdan li dijî AKP-MHP divê li gorî dijwariya vî şerî be. Divê AKP bersiva van hemû komkujiyan bibîne. Niha AKP di warê aborî û diplomasî de tengav e. Loma divê sûd ji vê qelsiya AKP were dîtin û Kurd û tevgera xwe bi hemû hêza xwe tekoşîna jiholêrakirina AKP bikin. Divê sûd ji nakokiyên hêzên derve yên bi AKP´ê re were girtin. Divê kezeba AKP´ê bişewite, wek çawa ku wê ya Kurdan şewitandiye. Li Rojava jî divê yekîtiya Kurd û Ereban di nava xweseriyê û hêzên QSD´ê de were xurtkirin. Divê helwesteke xurt li hember hevkar û peyayên AKP´ê yên bi navê ENKS´ê were nîşandan. Divê ti derfet ji bo van casûs û hevkarên AKP´ê neyê dayîn ku Rojava ji hundir ve xera bikin. Şerê Kurdan û AKP´ê wê bi têkbirina aliyekî bi dawî bibe. AKP ya hewl dide ku Kurdan dîsa 100 salan bindest bihêle, divê ji holê bê rakirin û dewrî çopa dîrokê bibe. Bi vî şêweyî hemû cîhan ji vê rêxisitina hevala çeteyan û dijmina azadiya raman û çapemeniyê xelas dibe. Xetera derketina Hîtlerekî din jî ji holê tê rakirin.