Li Idlibê nexasim serê Sibatê dewleta Tirk a dagirker 4 endamên Îstîxbaratê yên payebilind ên Rûs kuştin. Bi vê bûyerê re rewşeke nû derket holê. Êdî Rûsiya nema xwe li Erdogan û sozên li Astana û Soçi ragirt û bi xwe yekser ket dewrê. Heta riya navdewletî ya Heleb û Şamê kontrol kir.

Herçiqasî li ser pêşketina hêzên Rêjîmê bi desteke balafirên Rûsî û li ser erdê ya Îranê wekî lihevkirineke garantoran dihate ziman, lê rewşa li ser erdê û disa agahiyên ji herêmê em digrin, berovajî wê aloziya ku kurtir bûye dide xuyakirin.

Em werin ser Erdogan ku niha şaş maye çi bike. Her ku hêzên Rejîmê pêş de diçûn û herêm kontrol dikirin, dewleta Tirk hêzên xwe, erebeyên zirxî, tangûtop û hwd. derbasî nava Idlib dikir û weke ku Idlib axa wê ye û Rejîm dagirker be tevdigere.

Her tevgera dewleta Tirk bi balafiran dihat belgekirin û li ser dezgehên çapemeniyê yên Rûsî dihat weşandin. Û Rûsiya mesaja ku em her tevgera we dişopînin dida. Lê Erdogan wisa difikirî ku bi şandina çek û leşkeran, çûyîna Ukraniya, vexwandina Seracê Lîbî û çûyîna Pakistanê, ew ê zextê li Pûtin bike. Pûtin jî bi bombekirina artêşa Tirk li Idlibê bersiva vê tevgera Erdogan da û zêdetirî 80 leşkerên Tirk di rojekê de hatin kuştin û bi dehan birîndar bûn. Dema ku Erdogan dît ku Pûtin aciz bûye û di helwesta xwe de cidî ye, vê carê xwe avêt bextê NATO û Amerîkayê da ku werin hawara wî û karibin wî ji nava pencên Hirçê Rûsî (Pûtin) rizgar bikin. Lê Amerîkayê jê re got, ew li Idlibê nikarin fermî destekê bidin Tirkiyê, ji ber ku hincetên wan yên destwerdanê nînin. Vê carê Erdogan fuzeyên parastina hewayî petriot ji Amerîka dixwaze, lê şertê Amerîkayê ji bo Tirkiyê ew e ku dest ji S-400 berde. Erdogan jî dibêje, ew dest jê bernadin û li ser zimanê Xulusî Akar dibêje, ew ê herdu sîstemên parastinê yên Amerîkî û Rûsî bi kar bînin.

Di dawiya Sibatê de, Erdogan operasyona li Idlibê di bin navê ‘mertala Buharê’ de ragihand. Rûsiyayê jî mecala hewayî ji bo balafirên keşfê yên bi çek barkirî yên Tirk heta astekê vekir. Çiqas Artêşa Tirk êriş dikir, Erdogan derdiket û digot; ‘Em li dijî Rûsiyayê şer nakin. Armanca me rêjîme û em ê wan vegerînin pişt nuqteyên xwe yên çavdêriyê’. Her Erdogan gefan dixwe, rejîm pêşve diçe û deverên nû kontrol dike. Erdogan operasyona ragihand, rejîmê careke din Seraqib û riya M5 a navdewletî ya Heleb-Şamê xist kontrola xwe.

Bazara Erdogan niha li Rûsiya maye. Ka ew ê di 5 Adarê de çi bide Pûtin û çi jê bixwaze. Erdogan çi jî bixwaze û çi jî bide, ew ê jehr be, lê belkî di nava hingiv de be. Erdogan niha qerta wî ya dawiyê maye û êdî lîstika qumarê ya binketî dilîze. Du bijarte li pêşiya Erdogan hene. NATO û Amerîka jî jê re dibêjin; Em an Rûsiya.

Heye ku Erdogan seba NATO û Amerîka bi hawara wî de nehatin xwe careke din bide aliyê Rûsiyayê û bibêje; Pûtin tu çawa bixwazî bila weke te bî. Di vê bijarteyê de, ew ê hemû NATO û Amerîka bide beramberî xwe. Amerîka jî ew ê vê jê re nehêle û çarenûsa ku bo Sedam hatibû diyarkirin ew ê bo Erdogan be jî. Û ji hundir de darbeyekê bikin û dosyayên kevin lê vekin. Her wiha ew ê komên çete yên xwe dijminê Rûsiya û Rejîmê dibînin, li ber wî rakin û hişmendiya ku Erdogan Îxanet li wan kiriye belav bikin.

Lê ger ku Erdogan ji bo Amerîka bibêje; ez li aliyê te me û xwe ji Rûsan qut bike, tenê ji bo li desthilatê bimîne, vê carê wê Rûsiya hemû dosyayên Erdogan û hevkariya wî ya bi DAIŞ û çeteyên din re derxe holê û qada hewayî ku li Efrînê vekir û rê da ku derbasî Idlibê bibe, wê bigre û di nava axa Sûriyê de ku NATO jî nikare wî xilas bike, wê derbê li pê derbê bixwe. Erdogan hatiye lîstika dawî ya qumarê. An ew ê têk biçe an ew ê têk biçe...