Artêşa rejîma Esed û hevalbendên wê di rojên derbasbûyî de li bajarê Helebê li dijî komên çete yên muxalefetê di warê eskerî de bi pêş ve çû. Hêzên muxalefeta girêdayî Tirkiyê û welatên Ereb neçarî bipaşveçûnê bûn. Di encama şerê dijwar de bi hezaran sivîlî taxên rojhilatê bajêr terikadin û berê xwe dan taxa Şêxmeqsûda Kurdan. Ev taxa ku her roj ji aliyê çeteyan ve dihat bombebaran kirin, niha bûye wargeha hemû sivîlan, di nav de malbatên çeteyan bi xwe jî hene.
Jixwe Rojava hemû bûye cihê herî ewle yê ku penaberên Ereb ên Sûriye û Iraqê ji şer direvin û xwe lê digrin. Li Kantona Cezîrê jî bi hezaran penaberên Ereb ji ber şerê li Mûsilê direvin û berê xwe didin kampên penaberan yên Kantona Cezîrê. Li ser vê mijarê, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) banga alîkariya mirovî ya lezgîn li Neteweyên Yekbûyî kir. Dewleta Tirk di encama bazarên bi Rûsiya, Îran û rejîma Esed de komên çete yên li Helebê bi tenê hişt û destê alîkariyê li ser wan qut kir, li hemberî ku destûrê bigire û êrîşên xwe yên dagirkeriyê li bejahiya Bab û Minbicê li dijî hêzên QSD´ê dewam û xurtir bike.
Bi hevkariya rejîma Esed artêşa dewleta Tirk bi sedan çete ji hundurê Sûriyeye, ew ên ku teslîm bûbûn, bi rêya otobûsên kesk anîn herema bakur û li wir ew ji bo şerê QSD´ê xistin dewrê. Niha her kes bi vê rastiyê dizane. Heta gelek ji platformên "Şoreşa Sûriyê" bi xwe jî behsa vê pîlanê dikin û dibêjin, Erdogan Heleb firot Esed ji bo şerê xwe yê li dijî Kurdan xurt bike. Li eniya şer ya Bab û Minbicê hêzên QSD bi qehremanî şerê artêşa Tirk ya dagirker û çeteyên wê dikin. Di van rojan de şerê dijwar qewimî. QSD´ê berxwedaneke mezin diyar kir. Ji bo Erdogan armanca xwe ya bidestxistina Babê pêk bîne û rê li ber yekkirina heremên Rojava bigire, gelek hevdîtin û bazar bi Rûsya û rejîma Esed re pêk anîn. Bi şandeyeke payebilind serdana Tehranê kir û ji bo têkbirina çeteyan û radestkirina Helebê bi Iranê re bazar kir. Armanca Erdogan niha tenê ew e, Babê bigire dest û nerihetiyê li Minbicê durist bike û rê li ber yekkirina Rojava bigire.
Hêzên koalîsyona navneteweyî ya li dijî terorê, ku wek hevkarên sereke yên QSD´ê tên nasîn û bi hev re plana rizgarkirina Reqayê dimeşînin, li hemberî dagirkeriya Tirkiyê bê deng in. Wan heta niha tu helwestên xuya nîşan nedane û ji AKP´ê û Erdogan nexwestine ku ew dawî li êrîşên xwe yên li dijî QSD´ê û sivîlan bînin. Bê guman ev bêdengî cihê fikaran e û divê ji aliyê MSD´ê ve bête rexnekirin û bersivandin.
Divê bête fêhmkirin ku QSD ti carî dagirkeriya dewleta Tirk qebûl nake û ew ê li dijî wê berxwedaneke mezin bimeşîne. Di vê navberê de hemleya rizgarkirina Reqayê dewam dike. Yek ji armancên stratejîk ên rizgarkirina Reqayê bi destê QSD´ê ew e ku ev herêm bi temamî ji herema Babê qut bibe û bi vî awayî têkilyên AKPê û hevkara wê DAIŞ´ê ji hole rabin. Eger Reqa bête azadkirin, tenê li jor herema Babê di destê DAIŞ de dimîne û alîkarî nema ji DAIŞ´ê re ji Tirkiyeyê dikarin bêtin şandin. Jixwe ew xeta Bab, Reqa û Mûsilê ya DAIŞ´ê jî bi carekê qut dibe. Bi gotineke din, azadkirina Reqayê dê rayê jiyanê li ser DAIŞ´ê li Sûriyê û Iraqê bibirre. AKP wê nema karibe destekê bide hevkara xwe DAIŞ´ê, û çete û çekan jê re bişîne.
Di ware stratejîk de, rizgarkirina Reqayê ji rizgarkirina Babê girîngtir e. Federaliya Rojava bûye hêviya hemû gelên heremê. Bi sedhezaran mirovên perîşan yên ji ber şer direvin berê xwe didin heremên Rojava û li wir ewlekarî û aramiyê dibînin. Di warê alîkariya navneteweyî de divê di zûtirîn demê de saziyên Rojava werin destekkirin da ku ev bar xweşik bête hilgirtin û pêdiviyên van mirovan bên dabînkirin.
Di vê navê de AKPê û hevkarên xwe yên Kurd: PDK û şûnmayên ENKS´ê hemleya reşkirinê li dijî Rojava dewam dikin. Li ser hemû astan, ev alî şerê Rojava û QSD´ê dikin. Wek çeteyên xwedî çek li ser rûyê erdê û wek çeteyên peyvê, PDK û ENKS bi hemû hêza xwe vî şerê kirêkirî li dijî Rojava û berxwedana QSD´ê dimeşînin. Di amûrên ragihandinê yên AKP´ê, Muxalefeta Şamê ya nijadperest û Çapemeniya Ereb de, PDK û çeteyên wê kampanyayeke reşkirinê ya qirêj dimeşînin. Her dema ku QSD destketiyeke eskerî bi ser dixe, yan nûnerayetiyeke Rojava li derve vedibe, hemleya çetewerî ya PDK´ê û hevkarên wê dijwartir dibe û bêbextî jî zêde û seyrtir dibin.