Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan doh çû serdana Emerîkayê û di hevdîtina bi  Serokê Dewleytên Yekbûyî yên Emerîkayê Donald Trump re hewl da ku Trump qaneh bike da ku vegere ji biryara xwe ya çekdayîna YPG`ê ya ku şerê DAIŞ`ê dike û destûrê bide wî Idlibê dagir bike.

Çalakvanên siyasî texmîn dikin ku mijara biçekirina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) mijara herî sereke ya hevîdîtina Erdogan û Trump bû.

Rayedarên Rêveberiya Emerîkî baweriya xwe bi Hêzên Sûriyeye Demokratîk (QSD) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) anîne ku ev hêz dikarin dawiyê li DAIŞ‘ê bînin.

Wezîrê Çandiniyê yê Tirkiyeyê beriya bi çend rojan got, “Neteweyên Yekbûyî li ser maseyê bi me re ye, lê ji derve ne wisa ye, ev yek pirsgirêkeke mezin bi şandeya Tirk a vê hevdîtinê re çêdike.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku îlankirina biçekkirina YPG´ê bi amadebûna fermandarên erkan ên artêşa Tirk û îstîxbarata wê li Washingtonê pêk hat.

Mijara Idlibê

Mijara Idlibê jî di hevdîtinên Erdogan û Trump de bûn cihê nîqaşê.  Çavdêran beriya civînê jî didît ku dibe ku Tirkiye ji DYE´yê bixwaze, destûrê bide wê da ku Idlibê dagir bike, wekî çawa Cerablus jî dagir kiribû.

Serdana Cîgirê Serokê DYE´yê yê birêveberiya hingê ya Obama, Joe Biden ji bo Tirkiyeyê ku beriya bi salekê pêk hat, di bala herkesî de hîn dimîne. Piştî vê serdanê, artêşa Tirk dest bi operasonên dagirkirinê li bejahiya bakurê Helebê kir û herêmên Bab û Cerablûsê dagir kirin. Îro jî buldozerên artêşa Tirk a dagirker sînorê parêzgeha Idlbilê dagir kirine û dar û zeviyên welatiyan radikin.


KENDAL ŞÊXO / ANHA / NAVENDA NÛÇEYAN