Bi hezaran kes li paytexta Ingilîstanê Londonê civiyan û hêrsa xwe ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk nîşan da. Wan xwest Serokkomarê Tirk Tayyip Erdogan ji ber sûcên şer ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê mehkemekirin.
Bi hezaran kes li ber avahiya BBC´yê civiyan û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk careke din şermezar kirin.
Tevî endamên “Boycott Turkey” û “Tevgera Ciwanên Şoreşger” Kurdistaniyên ji çar parçeyên Kurdistanê û dostên wan tevlî çalakiyê bûn. Pankarta li ser nivîsandî “Komkujî û dagirkeriyê rawestînin, Erdogan ê sûcdarê şer dadgeh bikin” di çalakiyê de bal bire ser xwe.
Ji bo boykotkirina Tirkiyeyê jî bi hezaran belavok di çalakiyê de hatin belavkirin.
Çalakger piştre ber bi avahiya Parlamentê ve meşiyan. Di meşê de ku li rêya Oxford Streetê pêk hat, xelkê jî bi çepikan destek da çalakgeran.
Piştî meşê di mîtîngê de qisekeran bi bîr xist ku rejîma Erdogan li Rojava sûcên şer dike, çekên fosfor û bombeyên kîmyewî bi kar tîne. Wan ji ber van şûcên şer xwest Erdogan li Dadgeha Sûcên Şer bê mehkemekirin.
LONDON