Dîrektorê Navenda Têkoşîna Dijî Pençeşêrê ya Dinyayê Prof. Dr. Franco Cavallî bi daxuyaniya nivîskî ya li ser naê Komeleya Ji nû ve avakirina Kobanê ya Swîsreyê, êrîşa dewleta Tirk a li ser Rojava û Şengalê bi zimanekî req rexne kir. Cavallî li dijî êrîşkariya Tirkiyê bang li Ewropa kir ku bikeve nav liv û tevgerê. Cavallî diyar kir di serdemeke wiha de ku QSD operasyona Reqa dike, êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Rojava û Şengalê de hişkere parastina DAIŞ’ê ye û got, PKK, YPG di têkoşîna dijî DAIŞ’ê de hêzên girîng in. Cavallî diyar kir ku di êrîşên dewleta Tirk de gelek kes hatine kuştin û rexneyên tund li bêdengiya çapemeniya Ewropa û rêveberên Ewropa anî, ji ber sedema ku li pêşberî geşedaneke wiha girîng ev çend bêdeng in.
TICINO