Polîtologê Elman Elke Dangeleît li ser malpera Telepolîsê nivîsek weşand û diyar kir ku rejîma Erdogan dixwaze penaberên li Tirkiyeyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi cih bike. Dangeleît, ev weke polîtîkaya rejîma Baasê pênase kir û ji bo armanca wê jî weha got, bi vê dixwaze di warê etnîk de koka Kurdan û gelên din biqelîne.
Tespîteke din a Dangeleît li ser pîlanên Erdogan weha ye: “Bi serkeftinên polîtîk ên li derve, ji kêşeyên navxweyî yên polîtîk dûr bikeve” Ev pîvana Erdogan e, lê tê de bi bin ketiye.
Dixwaze Kembera Sunnî-Ereban ava bike
Dangeleît bilêv dike ku dewleta Tirk dixwaze koçberên ji Sûriyeyê li qadên Kurdan û gelên din bi cih bike û heke ev pîlan bi ser bikeve wê gelên wê derê bibin koçber.
Dangeleît weha dibêje, “Armanca Erdogan ew e, wekî serdema Hafiz Esad li qadên Kurdan û Xirîstiyanan ‘Kembera Sunnî-Ereban’ ava bike. Angeleît dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê jî bi bîr dixe û dibêje; “300 hezar Kurd û gelên din neçar man ku ji Efrînê derkevin. Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Kobanê jî got, li şûna 300 hezar Kurdên hatine koçberkirin, 300 hezar penaberên ji Sûriyeyê li wê derê hatine bicihkirin.
Elke Dangeleît ê ku salên dirêj li ser Tirkiyeyê dixebite, etnolog û polîtologek e û li ser meseleyên koç û koçberiyê dixebite. Dangeleît di nav Partiya Çepgir a Elman (Dîe Lînke) de jî siyasetê dike.
NAVENDA NÛÇEYAN