
Berdevkê YPG’ê bersiv da daxuyanî û îdîayên serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan û got: “Tirkiye bi vê yekê hewl dide ku navê yekîneyên wan reş bike.”
Berdevkê Fermî yê Yekîneyên Parastina Gel Rêdûr Xelîl derbarê daxuyaniyên Serokomarê Tirkiye Receb Tayîp Erdogan û dezgehên çapemeniyê yên AKP’ê de daxuyaniyek da raya giştî.
Xelî di daxuyaniyê de dibêje: “Serketinên dîrokî yên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li dijî terora rêxistina DAIŞ’ê dewam dike û ev jî her ku diçe pişgirtiya navnetewî ji yekîneyên me re zêde dike. Serokomarê Tirkiyê Erdogan û ragihandinên girêdayî AKP’ê agahiyên derveyî rastiyê belav dikin ku dijmintîya xwe ji gel, yekîneyên me û pirsgirêka rewa ya ku yekîneyên me ku ala parastina wê li ser milê xwe girtiyê.”
Rêdûr Xelîl armanca van agahiyên derew jî wiha dinirxîne: “Dixwazin di navbera yekineyên me û hêzên koalisyona navneteweyî de nakokiyan derxin û rastiyên heyî ji raya gişti ya cîhanî re berovajî bikin û baweriza di navbera me de heyî xera bikin.”
“Me çek ji koalîsyonê wernegirtine”
Rêdûr Xelî wekî din bersiv da îdîayên derew û wiha pêde çû: “Em diyar dikin ku yekîneyên me ti çek ji koalisyona navneteweyî negirtine. Lê di aliyê esmanî de balefîrên koalisyonê piştgiriya hêzên me dikin, em sipasiya wan dikin.
Me her tim hêza xwe ji gelê xwe yê berxwedêr girtiye û gelê me piştgiriya me kiriye. Her wiha çek û cebilxane bi derfetên xwe me peyda kirine. Dîsan tê zanîn ku çek û cebilxane yên ku li ser çeteyên DAIŞ’ê me bi destxistine û ev hemû jî hatinê belgekirin û bi ragihandinê re hatine parvekirin.”
“Çekên me derneketine derveyî erda Sûriyê”
Berdevkê YPG´ê Rêdûr Xelîl wekî din îşaret bi îdîayên dibêjin ew çekan didin hêzên berxwedana Bakur jî û got, “Her wiha em tekez dikin ku çekên di destê me de hene ji tu hêzên çekdar ên derveyî Sûriyê re nehatine şandin, berovajiyê wê li dijî terorê di hundirê Sûriyê de hatiye bikaranîn.”
Xelîl wekî din bi bîr xist ku di hamen demê de Erdogan û sazî û wezaretên dewleta Tirk çek û alavên leşkerî didan çeteyên DAIŞ´ê û çavê xwe li çunûhatina çeteyan ya li seranserê sînor digirtin, da ku ev çete şerê YPG´ê bikin.
Derbarê rapora televizyona Rusî (Kanal 1) de ku idîa dike yekîneyên me û hêzên rêjîma Surî navendeke hevpar bi kartînin jî Rêdûr Xelîl got, “Nûçe bi temamî derveyî rastiyê ye û ew kesê bi navê Eymen El-Ganim ne endamekî hêzên me ye û tu girêdana wî bi Yekîneyên me re nîne.”
NAVENDA NÛÇEYAN
Artêşa Tirk li Rojava şikest
Li aliyê din yê ku bi rastî destekî dide çete û dijminên mirovahiyê li Sûriyê Tirkiye bi xwe ye. Heta mirov dikare bibêje ku Tirkiye li Sûrî ye û dişike.
Di yek ji gundên ku ji aliyê hêzên YPG’ê ve hatiye rizgarkirin, tirimpêleke çek barkirî ya girêdayî Tirkiyê hat dîtin. Di tirmpêlê de çek û cebilxaneyên Tirkiyê ji çeteyên El-Nusra û Ehrar El-Şam re şandî hatin desteserkirin. Di heman tirempêlê de cebilxaneyên Erebistana Siûdiyê jî hebûn.
Rojane belgeyên ku piştrast dikin Tirkiye û Erebistana Siûdî piştgirtiyê didin komên çete yên li Sûriyê şer dikin. Herî dawî jî hêzên YPG’ê di gundekî de ku li rojhilatê gundê Çetel Zaratê ya Efrînê ye ku di 5’ê Sibatê de ji çeteyan hate rizgarkirin, tirimpêleke sergirtî dîtin. Li gorî belgeyên tê de, tirmpêla behsa mijarê ya Febrîkaya Tirkiyê ya bi navê Mersanê ye, ew tirimpêl vedigere herêma Sînaî ya navçeya MêrsînêTarsûsê.
Li gorî agahiyên nûçegîhanên ANHA’yê ji herêmê bidestxistine, tirimpêl nû ji aliyê Tirkiyê ve ji çeteyan re hatibû şandin. Çavkaniyan destnîşan kir ku di tirimpêlê de çek, ceblixane û alavên bêtêl ên komên çete hebûn.
Li nêzî tirmpêlê jî sindoqên cebilxaneyên ku nivîsên bi zimanê Tirkî li ser wan hebûn hatin dîtin. Her wiha çebilxaneyên Erebistana Siûdiyê jî li heman deverê hatin dîtin.
El-Nusra û Ehrar El-Şam hevkarên DAIŞ’ê ne
Li heman herêmê komên çete yên El-Nusra û Ehrar El-Şam avahiyek wekî biryargeh bi kar tanîn. Hêzên YPG’ê di wê avahiyê de maskeyên komên çete yên DAIŞ’ê jî dîtin. Ev yek îsbat dike ku komên çete di nava têkilî û hevkariyê de ne bi DAIŞ´ê re.
ANHA/EFRÎN