Dîktatorê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan hevpeyvînek bi rojnameya navdar a Elman Die Zeitê re kir. Di hevpeyvînê de didawiyê de kesê bixwîne bi tenê dikare bibêje, ev çi ecêba giran bû. Erdogan di hevpeyvînê de bi rojnamevan Giovanni di Lorenzo re dike, wî wekî nûnerê dewleta Elman muxateb digire û carinan jî sûcdar dike. Bi her halî tiştên Erdogan dibêje, eşkere nîşan dide ku têkiliyên welatê wî bi Elmanyayê re ne bi dilê wî ne.

Sê gunehbariyên giran ku Erdogan li Elmanyayê dike ew in ku, çapemeniyeke azad lê nîne, destekê dide terorê û bi astengkirina axaftina wî li Elmanyayê întîhara siyasî dike.

Erdogan bi rengekî ji ecêban ecêba giran dibêje, ew bawer nake ku çapemeniya azad hebe û ji ber vê yekê ew ne meyildar e bi rojnamevanên biyanî re bipeyive. Hevpeyvînên hin rojnamevanên Elman bi rayedarên PKK´ê re jî di rojeva Erdogan de bû wî bi zêdegaviya xwe pirsa, "Çima ev rojnamevan bi terorîstan re dipeyivin“? kir. Erdogan gazin ji wê yekê kirin ku çapemeniya Elman wî weke dîktator bi nav dike û pirsa "Ka pêşî li ferhengê lê binihêrin bê dîktator çi ye!"

Erdogan ji ber çalakiyên Kurdan ên li Elmanyayê, hikûmeta Elman rexne dike. îşaret bi binçavkiriyekî Kurd di erebeyeke polîsan de dike û dibêje, "Di erebeyeke polîsan de hûn dikarin bi wêneyê Ocalan xwepêşandanê bikin. Di destê me de dîmen hene!" Erdogan mafê penaberiyê yê Elmanyayê jî weke alîkariya terorê bi nav dike.


'Elmanya întîhar dike'

Li ecêbên Erdogan ên giran, paşê peyva giran a întîhara siyasî ya Elmanya jî zêde dibe; Erdogan xwe aciz dike ji ber ku destûra wî nayê dayîn ku dema ew di çarçoveya civîna bilind a G-20´ê de li Hamburgê ye, ji alîgirên xwe re bipeyive. Vê yekê ew weke şaşiyeke mezin bi nav dike û dixwaze bête sererastkirin û eger neyê sererastkirin, ev bi gotinên wî "întîhara siyasî" ya Elmanyayê ye.

Ji destpêkê heta dawî Erdogan di vê hevpeyvînê de ne weke serokdewletekî, lê wekî gulaşvanekî şovan derdikeve pêş ku ji xwe razî gefan li herkesî dixwe. Wisa diyar e ku ya baştir û encamgirtir wê bibe ew heger psîkologek bi naveroka vê hevpeyvînê dakeve û bigihîje hin encaman. Lewra em kesên fanî yên asayî divê hevpeyvînê de bi tenê ecêbeke giran dibînin. 


 NAVENDA NÛÇEYAN