Erdogan der barê pirsgirêka Kurd de tu daxuyanî neda û BDP’ê bi ‘baskê siyasî’ sucdar kir û got; “Bila êdî niyeta baş hêvî nekin.”
Daxuyaniya Erdogan wiha ye: ‘’Em lêkolîn dikin ka çawa banda ku tê îdîakirin a tomara dengê hevdîtina di nabera MÎT û PKK’ê de ye, çawa ketiye destê çapemeniyê. Lê ger kêmasiya wî be jî em Hakan Beg xerç nakin. Em zû bi zû dest ji zilamên xwe bernadin. Kesên ku vî dengî dane çapemeniyê niyeta xwe ya xira b nîşan dane. Ev yek tu tiştek bi tu kesî nade qezençkirin. Ger ev yek bibe amûrek a siyasetê, em bi geşbînî lê nanêrin. Ez ji ber daxuyaniyên Kiliçdaroglû û Bahçelî ne di nava gumanan de me. Me Emre Beg (Taner) jî , Hakan Beg jî şande Îmraliyê. Evane nikarin pênaseyên hikûmet û dewletê ji hev cûda bikin. Me çi got? „Em weke hikûmet bi Îmraliyê re hevdîtin pêk naynin. Lê wê dewlet tişta ku dikeve ser milê wê bike.“
Erdogan gef li BDP’ê û Kurdan xwar û wiha got: “Ger dewletê biryar da ew ê pêk bîne. Bila rêxistina terorê ya cûdakar û baskên wê yên siyasî ji me niyetê baş hêvî nekin. Êdî feresata Xabûr qediya.
Wezîrê me yê Navxweyî bi şaşitî hin tişt gotin. Ez îro pêre axivîm. Axaftina xwe sererast kir. Jixwe tiştên wiha nayên gotin, tên kirin. Serfermandarê min ligel fermadarên bejahî li herêmê lêkolîn pêk anîn û lêkolînên xwe qedandin. Em li bajaran û çoltaran her cure tedbîran digirin. PKK ji bilî Qendîlê jî ziyanê dide. Di vê pêvajoyê de jî divê çapemenî di propagandaya xwe de ‘rêxistina terorê’ mehkûm bikin.
Erdogan got hevkariya wan û Îranê baş diçe û dibe li ser Qendîlê xebateke hevpar bimeşînin û wiha got: “Ez nikarin bibêjin ligel Îranê rageşiyek heye. Lê me hişyariya „Esad bi wêrekiya ji we digire, li ser xwe diçe.” Me ligel Ehmedînejad der barê vê mijarê de bi telefonê hevdîtin pêk anî. Piştre nunerê xwe yê taybet şand. Em bi wî re jî axivîn. Di helwesta wî de guhertin hebû. Ez ê di demek nêz de Hakan Beg bişînim. ”

ENQERE