Erdogan 12 leşkerên Tirk ên li Efxanîstanê hatin kuştin kir hincet û nehat Almanyayê. Li aliyeke din jî sibe li Berlînê pêşangeha “Êşa Welat” a der barê qirkirina Ermeniyan de tê lidarxistin. Dibe ev yek di navbera Enqere û Berlînê de bibe sedema krîzeke nû.
Her sal xelata ‘Steiger Award’ ji bo bîranîna karkerên di kanzayên li herêma Ruhr de dixebitin tê dayîn. Juriya Xelatê xwest xelata beşa "Lîdertiya Navneteweyî " Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan. Juriyê berê ragihand ku wana ji ber heldanên Erdogan ên ji bo demokrasiyê daye.
Lê ji ber nerazîbûnên raya giştî ya Alman, Kurdan, Ermenî û baweriyan, juriyê daxuyaniya xwe guhert û diyar kir ku wana ji ber 50’emîn salvegera peyama kar a li gel Tirkiyeyê û ji bo hewldanên Erdogan ên ji bo penaberên li Almanyayê daye Erdogan. Ev jî nebû. Ji ber ku ne dûr û ne jî nêzîk, tu eleqeya Erdogan bi penaberan re tune ye. Jixwe Erdogan kengî dihat Almanyayê, penaberan dikir hincet û hikûmeta Berlînê rexne dikir.
Saziyên Kurd, Elewî, Ermenî û Asuriyan, ji bo demjimêra hatina Erdogan a bo Bochumê biryara protestoyeke hevbeş dan. 12 leşkerên Tirk ên li Efxanîstanê mirin, ji bo Erdoganê li rastî nerazîbûnên “Zilamê nayê xwestin” û “Tu ne hêjayê vê xelatê yî” re bû delîl û Erdogan nehat Almanyayê.
Nehatina Erdogan bu hincet
Komîteya Juriyê nehatine Erdogan dike hincet û dibêje “Me xelata Lîdertiya Navneteweyî ya ji bo Erdogan betal kir.” Bi heman awayî, hunermendê navdar Lou Reed ji ber nexweşiyê ragihandibû ku ew ê nikare beşdarî merasimê bibe. Lê komîteyê xelata da Reed betal nekir.
Serokkomarê berê Hors Köhler, Qralîçeya Swêdê Silvia, hunermend Cristiane Hörbiger û moadavan Wolfgang Joop xelatên xwe di merasima Bochumê de wergirtin, lê ev yek nikarin krîza Erdogan veşêrin.
Li aliyekê, di şeva merasima xelatê de 20 hezar Kurd, Elewî, Ermenî û Asûrî kom bûn û li dijî Erdogan û yên xelatê didin Erdogan xwepêşandan li dar xistin. Her wiha, partiyên weke Partiya Keskan, Partiya Çepgir, FDP nerazîbûn nîşan dan û ji juriyê xwestin ku biryara xwe rast bikin.
Tê diyarkirin ku Erdogan ji ber sê mijarên rojane di refê de maye: helwesta wî ya li berî li ber demê ketina doza Sêwazê, ji ber pêşnûmeya Qirkirina Ermeniyan nerazîbûna nîşanî Franseyê da, girtin û binçavkirinên li hemberî Kurdan.
Niha jî krîzek din a di navbera hikûmetên Enqere û Berlînê de li ber derî ye. Temaya sereke ya pêşangeha “Êşa Welêt” a ku dê sibê li Almanyayê bê nîşandan qirkirina Ermeniyan e.
Baloyozê Tirk ê Berlînê Huseyîn Avnî Karlioglû vexwendinameya pêşangehê şûn de vegerand û diyar kir ku ew ê beşdar nebe. Dewleta Alman piştgiriyê dide pêşangehê, ev yek dê hêrsa hikûmeta Tirk zêdetir bike. 

ANF/KOLN