Erdogan û desthilatên Tirk ji bo Kurd nebin xwedî nasname û statu her tiştî dikin. Kêm maye ku derpiyê xwe û pêlava xwe jî bifroşe û bibêje ha ji were, lê bi Kurdan re têkiliya xwe qut bikin û wan nas nekin. Ev siyaset jî dibe sedem ku Erdogan li nava kolana cîhanê bi tenê bimîne. Ji ber ku gefê bi yekî li yê din dixwe, û bi aliyekî şantajê li yê din dike. Seba vê jî ji bo xwe dost nehiştin û dijmin jî zêde kirin. Ev hemû jî tenê bi armancekê dike; ew jî ew e, fena derbmeselê ji bo Kurd diya xwe nebînin!

Ev rewşa Erdogan û deshilata Tirk herî zêde bi destwerdana li nava Sûrî û êrişên dagirkeriya li ser Rojava dest pê kir. Belkî ket Cereblûs, Ezaz û Babê, lê êrişa li ser Efrînê ku 20’ Çileya 2018ʼan dest pê kir û 18 Adarê bû sedem bi sedhezaran Efrînî bibin koçber, destpêk bû ji cîhan rûyê rast ê dewleta Tirk û Erdogan hinekî bibîne.

Dewleta Tirk bi dagirkirina Efrînê ku xwe pê serketî dibîne, di esasê xwe de şikestina wê ya mezin li wir dest pê kir. Li wir rasterast xwe avêt hembêza Rûsiyayê û ji Amerîkayê re jî got; Ger hûn di tinekirina Kurdan de destekê nedin min ev e Rûsiya hazir e ji bo hevkariyê.

Li Girê Sipî û Serêkaniyê jî Amerîkayê destûr da ku were dagirkirin, û Rûsiya ne li bendê bû ku Amerîka destûr bide dewleta Tirk ji bo êrişî Bakur û Rojhilatî Sûrî bike. Ji wan we bû, wê Erdogan germ bikin ji bo êrişa li ser herêma ku Amerîka lê ye, ew ê Amerîka jî zêde asê bibe li hember wê û ew ê Tirkiyê û Amerîka bixe qirika hev. Bi vê yekê jî hem derbekê bi destê Tirkiyê li Amerîka bixe, hem jî Kurdan zeif bike. Lê ev hesabê Rûsiya jî bi cih nehat.

Pişt vê rewşa ku li Bakur û Rojhilatê Sûrî derket holê, Rûsya li Idlibê ket nava tevgerê. Erdogan çiqas xwe vir de û wir de bir, Rûsiyayê got; Divê Idlib were paqijkirin û bikeve bin serweriya rejîmê. Erdogan ji bo çeteyên xwe yên li Idlibê biparêze û hebûna xwe li wir bidomîne, xwe avêt bextê Pûtin. Lê Pûtin guh nedayê. Xwe avêt bextê Amerîkayê û hin caran bi tehdîdên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwest Amerîka mecbûrî hin tiştan bike. Lê Amerîkayê mesaja zelal da Erdogan û dewleta Tirk; “Êdî zêde bi ser Kurdan de neçe, ger tu di erdê re zêde bi ser wan de biçe heye ku bi aliyê Rûsyayê ve biçin. Ji ber ku wê ev yek hebûna me ya li herêmê bixe rîskê. Seba vê jî êdî em destûrê nadin”.

Piştî ku Erdogan ev bersiv ji Amerîka girt, berê xwe da Rûsiyayê û çû ber lingê Pûtin. Pûtin jî bersiv di dema pêşwazîkirinê de (5 Adarê) da. Erdogan piştî vegera ji Rûsiya xwe serketî nîşan da, lê Rûsiya dîmenên perîşankirina Erdogan û wezîrûkizîrên wî li Krîmlînê belav kir.

Welhasil, weke ku lihevkirinek li Moskovê li ser Idlibê çêbûbe hat nîşandan. Lê li ser erdê amadekariyên şerekî giran tê kirin. Ev şer hîne dest pê nekiribe jî, êdî nêz bûye. 15 Adarê dewriyeya Rûsî-Tirkî li gorî lihevkirina li Moskovê diviya bû pêk bihata û riya M4 hatibiya vekirin. Lê komên çete yên radîkal (HTŞ û bermahiyên DAIŞ û Huras El-dîn) ên li Idlibê ku bandora Amerîkayê jî li ser wan heye, rê li pêşiya dewriyeyên Rûsî-Tirkî girtin. Yanî gotin, em lihevkirina we qebûl nakin.

Ger ev dewriye biçiya serî, belkî me yê bikariya bigota êdî temam bûye û wan li heta radeyekê hev kiriye. Lê dewriye di nîvê rê de man û bi vî awayî jî tifaq bi bin ket. Ji ber vê yekê, Wezareta Karê derve ya Rûsiyayê di 16 Adarê de daxuyanî da û ragihand; Heye ku operasyona li Idlibê li dijî çeteyan careke din dest pê bike. Ev jî dîsa têkçûna Erdogan e.

Erdogan wê vê carê xwe bavêje bextê kê. Erdogan him ji Xelo, Him jî ji Celo dimîne. Him ji Dêrê him ji Mizgeftê.