Erdogan piştî hevdîtinê di Otela Penînsulayê ku lê dimîne civînek çapemeniyê lidarxist û got ku di hevdîtinê de zêdetirê ser “pirsgirêka terorê” sekinîne. Erdogan, destnîşan kir ku di warê têkoşîna li hemberî PKK’ê de di navbera wan û Emerîkayê de tu pirsgirêk tune ne û tevkariya wan ya divî warî de hêj didome.
Serokwezîr Erdogan ev tişt gotin: “Wî bi lêv kir ku dê hertim di têkoşîna li hemberî terorê de piştgiriyê bide me. Di warê, balafirên bê mirov Predatorande.. Di warê parvekirina îstixbaratê de di navbera me de tu pirsgirêk tunenin.”
Erdogan, pirsa têkildarî Predatoran ku ji Emerîkayê dixwazin de jî got, “ Li gorî min di warê Predatoran de tu pirsgirêk dernayên.” Erdogan di bersifek din de jî got ku beriya niha di warê têkoşîna li hemberî PKK’ê de wan lîsteyek daxwazan daye Emerîkayê.
Rojeva Sûriyeyê
Serokwezîrê Tirk Erdogan têkildarî mijara Sûriyeyê de jî got ku dê wekî Emerîkayê ew jî li hemberî vê dewletê hin pêkanînan bikin. Erdogan da zanîn ku tu ewlehiya wan bi rêveberiya Suriyeyê re nemaye û wan ji ber vê jî têkiliyên xwe bi Suriyeye re qut kirine.
ANF/NEW YORK