EHMED EL-KIMYAN / TIRKÎ EL-KALIT / ANHA/EYN ÎSA

Şêwirmendê Meclisa Giştî yê Rêveberiya Xweser Hekem Xelo der barê destwerdana dewleta Tirk a li dijî Bakûr-Rojhilatê Sûrî û rêgirtina li pêşiya tevlibûna Rêveberiya Xweser di prosesa siyasî de peyivî.

Hekem Xelo di destpêka axaftina xwe de qala meqseda dilê Erdogan kir û got: “Projeya Erdogan û dewleta Osmanî sînorên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û destwerdana Sûriyê, derbas kirin. Erdogan niha bi rêya Ixwan Muslmîn destwerdana tevahiya cîhana erebî  dike. Da ku cîhana Îslamî bi rêya nêrîna partiyên Ixwan Muslimîn kontrol bike. Ev jî li Misir, Tunis, Lîbya û heta dewletên kendavê diyar bû. Ji ber ku bargehên wê yên leşkerî li Qeterê ne.”

Çareseriyê asteng dike

Hekem Xelo di dewamê de balkişand ser bêtahmûliya Erdogan a li dijî destkeftiyên gelê Kurd û got: “Li cem dewleta Tirk-Erdogan fobiya hebûna gelê Kurd û daxwazên wî yên neteweyî heye. Tirkiye ditirse ku pêşketinên li herêmê rû didin bi awayekî yekser bandor li rewşa hundirîn a Tirkiyê bike. Tê zanîn ku daxwazên Tevgera Rizgariya Kurdistanê li Tirkiyê daxwaza demokrasiyê û îtîrafkirina bi hebûna Kurd di destûrê de derbas nake. Tirkiyê ji ber tirsa xwe ji projeya Neteweya Demokratîk a herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her pêşketinek a çareseriyê li herêmê asteng dike. Her wiha nahêle ku Rêveberiya Xweser beşdarî prosesa siyasî ya çareseriya aloziya Sûriyê bibe. Ev hemû dikin ku bandor li hundirê Tirkiyê nebe.”

Ocalan xwedî nêrîneke felsefîk e

Têkildarî nameya ku Ocalan bi rêya parêzerên xwe şandiye û nêrîna wî ya ji bo çareseriya aloziya Sûriyê jî, Xelo got: “Ocalan xwedî nêrînek felsefî kûr û giştî ye. Ne tenê behsa detayên dozan dike, di heman demê de bi hev ve girê dide û hewl dide jê re çareseriyan bibîne. Ji bo çareseriya bingehîn jî lazime civaka navdewletî helwesta xwe li hember hişmendiya Tirkiyê ya şovînîst raber bike. Ji ber ku dewleta Tirk dixwaze çareseriya aloziya Sûriyê bi rêya piştgiriya komên çekdar, asteng bike.”