Kovarê stratejiya ku Erdogan der barê Kobanê dimeşîne jî wiha vegot: "Di dema Serokwezîrtiya xwe de li dijî Kurdan gelek polîtîka meşand û wek Serokwezîrekî ku PKK’ê re pêvajoya çareseriyê daye destpêkirin ket dîrokê. Lê piştî êrîşa Kobanê bûyeran pêvajo xist xetereyê. Hikûmeta Tirk û artêşa Tirkli DAIŞ’ê stratejiya dualî pêk anîn. Hem xwest li Sûriyê Esad bixîne û hem jî Kurdan di bin tehdîda şah-mat de bihêle.
Gelek sedemên Erdogan hene ku alîkariyê bide Kobanê. Lê vê nake. Serokkomarê Tirk hem li Kurdan û hem jî li Cîhanê şantajê dike. Kobanê bi kar tîne.
Tirkiye piştgiriyê dide DAIŞ’ê
Di nûçeyê de hat gotin ku Tirkiye alîkariya ji bo Kobanê asteng dike û hewl dide DYA’yê jî bikişîne nava şert û got: “Erdogan komkujiya Kurdan erê kir. Piştgiriya ku AKP dide DAIŞ’ê êdî aşkera ye. Di serê meha Îlonê de li ser hinek DAIŞ’iyên ku hatibûn kuştin cebilxaneya MKE hate dîtin. DYA li ser vê gelek li Tirkiyeyê xeyidî. Di 22’ê Îlonê de li Sûriyeyê di êrîşeke hewayî ya li dijî DAIŞ’ê de endamên Weqfa Mafê Mirovan (ÎHH) mir. Di 4’ê Cotmehê de jî balafira aîdî rêyên hewayî ya Pegasusê bû 9 DAIŞ’î dibir û ew beyî bikevin ber kontrolê peya bûn û li otobusê siwar bûn.
Di belgeyê de hat gotin ku Serokwezîra Alman Angela Merkel stratejiya Tirkiyeyê dibîne û got: “Divê Merkel vê rewşê bizane û li gorî vê bibe xwedî helwest. Di berxwedana Kobanê de şervanên jin yên YPJ’ê di eniya pêş de têdikoşin.”
BERLÎN