Dîktatorê Tirk, Tayyip Erdogan rojên 28-29’ê Îlonê bi awayekî fermî mêvanê Elmanyayê ye, û tê payîn ku li Berlîn û Kolnê bi rengekî girseyî ev dîktator bê şermezarkirin. Piştî ku bernameya serdana Erdogan zelal bû, cih û dema çalakiyên protestoyî jî zelal bû ku wê bi dirûşma “Erdogan not welcome” (Erdogan tu bi xêr nehatiye) bên li darxistin. Ji bo çalakiyên girseyî yên protestoyî bên lidarxistin, bi navê “Erdogan not welcome” platformek ava bû. Platformê ragihand ku xwepêşandana li Berlînê wê 28’ê Îlonê roja Înê saet 16’an dest pê bike. Xwepêşandan wê li navenda bajêr li Postdamer Platzê det pê bike. Tevî Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Elmanyayê, tê payîn ku saziyên civaka sivîl ên ji gelek miletan destekê bidin xwepêşandanê. Çalakî wê di wê wextê de bê kirin ku Erdogan wê li qesra Bellevueyê ji aliyê Serokkomarê Elman Frank Walter Steinmeier ve bê pêşwazîkirin. Cihê Erdogan ne qesr e Dadgeha Den Haagê ye 29’ê Îlonê roja Şemiyê jî wê li bajarê Kolnê çalakiyên protestoyî bên lidarxistin. Erdogan wê rojê wê li Kolnê bi alîgirên xwe re bicive. Zelal nebû ka xwepêşandana protestoyî ya li Kolnê wê li kîjan navnîşanê bê kirin. Platforma “Erdogan not welcome” destnîşan dike ku Erdogan li şûna ku li Berlînê bi xelîçeya sor were pêşwazîkirin, divê li Dadgeha Sûcên Şer a Navneteweyî ya li Den Haagê bê dadgehkirin. BERLÎN