Erdogan li Londonê hat şermezarkirin
Serokkomarê Tirk, R. Tayyîp Erdogan doh li Ingilîstanê bû, bi rengekî girseyî hat şermezarkirin.
Çalakiyên protestoyî ji aliyê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk ve hatin organîzekirin ku ji 30 rêxistinên civakî yên li Londonê pêk tê. Gelek sendîka, rêxistinên girseyî, koma kampanyayê û partiyên siyasî yên Ingilîstanê jî dan xuyakirin ku ew ê beşdarî xwepêşandanên protestoyî bibin.
Di daxuyaniya Kampanya Piştgiriya bi Gelên Tirkiyeyê re (SPOT) de qebûlkirina serdana Erdogan a li Ingilîstanê hat protestokirin. Bi navê Kampanya Piştigiriya Kurdistanê jî Rosa Gilbert daxuyanî da û got, “Serdana Erdogan a li Inglîstanê ji bo desthilatdariya May cihê şermê ye.”
Serokkomarê Tirk Erdogan li ingilistanê gelek hevdîtinan bike û roja Sêşemê bi Serokwezîr May re rûnê. Tê gotin, amadekarî tê kirin ku wê rojê bi çalakiyeke mezin, Erdogan bê şermezarkirin. Ji bo çalakiyê ku wê roja Sêşemê saet 10’an li ber avahiya Serokwezaretiyê pêk were banga beşdariyê hate kirin. Ne tenê Erdogan, wê Serokwezîr May jî ji ber ku Erdogan pêşwazî dike bê protestokirin. LONDON