
Di çalakiyê de alên PKK, PYD, PJAK û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulla Ocalan hatin hildan û axaftina destpêkê Parlamentera Partiya Çep Amîneh Kakabaveh kir. Kakabaveh ragihand ku "Pakêta Demokratîkbûyînê" ya Erdogan aşkera kir, bersiv nedaye bendewariyên ti beşên civakê û diyar kir ku li Tirkiyeya Erdogan 7 hezar jê BDP'yî zêdeyî 10 hezar girtiyên siyasî hene. Kakabaveh destnîşan kir ku pêvajoyeke bi vî rengî pêvajoyeke demokratîk nîne.
Di çalakiya ku dirûşmên "Her der Nisêbîn her der berxwedan", "Terorîst Erdogan, Bijî Ocalan", "Artêşa Tirk ji Kurdistanê bicehime", "Her der Taksîm her der berxwedan" hat qîrîn de berxwedana gelê Kurd û YPG'ê ya li Rojavayê Kurdistanê hat silavkirin.
Ann-Margareth Lîvh da xuyakirin ku Erdogan niha jî li dij derdikeve ku xwendekarên jin û mêr li heman malê bimînin û bi vî rengî li dijî jiyana taybet destwerdaneke nû dike. Lîvh anî ziman ku desthilatdariya AKP'ê bi lêkirina dîwar li Kurdistanê re peymanên Navneteweyî binpê kiriye û xwest, hemû girtiyên siyasî serbest werin berdan.
Bodîl Cebellos, binpêkirinên mafên mirovan ên li Tirkiyê xist rêzê û ragihand ku ewê di hevdîtina partiya xwe ya li gel Erdogan de van hemû mijaran bînin rojevê. Parlamenterê Partiya Çep Jacop Johnson jî diyar kir ku ew dixwazin Tirkiye hew piştgiriyê bide çeteyên ser bi El Qaîdeyê, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd gavên berçav biavêje û hemû girtiyên siyasî serbest berde.
Polîsên Tirk jî di dema çalakiyê de li ser kar bû. Komek ji polîsên di qefla Erdogan de cih digirt xwe nêzî xwepêşandanê kir û Polîsê Ewlekariya Swêdê (SAPO) dest li polîsên Tirk werda û ew ji cihê bûyerê derxist. Wezîfedarên Sapo ragihandin ku li xaka Swêdê erka polîsên Tirk nîne ku xwepêşandanan bişopîne û destnîşan kirin ku ewê destûre nedin nêzîkatiyên bi vî rengî.
MÛRAT KÛSEYRÎ/ANF/STOCKHOLM
'Divê redkarê vîcdanê bêtirs bin'
Di rojên borî de piştî Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan diyar kir ku 600 hezar kesên qeçax ên neçûne leşkeriyê hene û wê ew kes bi sîstema Kontrola Agahiyên Giştî (GBT)'ê bêne girtin, Wezareta Parastina Mîllî û ya Navxweyî dest bi kar kirin. Gelek kesên ku ji ber vê pêkanînê ketine nav gumana girtinê û çûna leşkeriyê Hevserokê Giştî yê Komeleya Reda Wijdanî Oguz Sonmez diyar kir ku armanc, ji ber dema leşkeriyê hat kêmkirin gelek leşker wê terhîs bibin û dixwazin bi vî awayî valtiya çêbibe dagirin. Sonmez got ku tenê ji sedî 10 kesên qeçax biçin leşkeriyê jî wê valatî temam bibe û yên naxwazin biçin leşkeriyê bê ku ji tiştekî bitirsin û bikevin nav gumanan dikarin reda xwe ya wijdanî aşkera bikin. Sonmez da xuyakirin ku di nav 47 endamên Konseya Ewropayê de tenê li Tirkiyeyê mafê reda wijdanî nayê dayîn û heta ev maf qanûnî nebe wê Tirkiye li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME) timî mahkûm bibe. Sonmez axaftina xwe wiha dewam kir, "Divê mafê red wijdanî ya heqekî însanî ye bê qebûlkirin. Em wek komele têkoşîna wê didin. Em dibêjin, em ê li kesên qeçax ên leşkeriyê xwedî derkevin." Sonmez destnîşan kir ku yên bixwazin reda xwe ya wijdanî aşkera bikin bê tirs dikarin vê bikin û berê jî Tirkiye di mijara reda wijdanî de gelek caran li DMME mehkûm bûye. Sonmez diyar kir ku her çi qasî li Tirkiyeyê di qanûnan de nîn e jî êdî dadgehên herêmî û leşkerî biryarên DMME esas digirin û li gor wê biryar didin. Sonmez bi gotina êdî mîna berê li hember kesên reda wijdanî aşkera dikin êşkence û zext nayê kirin axaftina xwe wiha dewam kir, "Her neheqiya li hember wan di dadgehên Tirkiyeyê de nebe jî di yên Ewropayê de wê cihê xwe bigire. Li ser esasê vê garantiyê em dibêjin, bila reda xwe ya wijdanî aşkera bikin. Em ê timî li pişt wan bin."
DÎHA/STENBOL