Mele Nadir Elî nerazîbûn nîşanî Erdogan da ji ber ku di meydanên hilbijartinê de Quranê bikar tîne û anî ziman ku beriya wî Mûaviye ev yek dikir. Mele Nadir Elî got, “Niha jî Erdogan dike. Di rola Mûaviyeyê duyemîn de ye. Mûaviye jî bi rêya Îslamê ji bo mirovan bixapîne ev kir, Erdogan jî heman tiştî dike. Wê demê dibe ku bersiveke xwe hebû. Lê îro nîne. Ji ber ku mirov êdî zana ne. Her kes dibîne ku yê vê dike heqaretê li Îslamê dike. Kurdan ji xwe ev dîtine. Ji ber ku Kurd bi rastî jî baweriya xwe bi Îslamê tîne, lewma diparêze. Ne ji bo desthilatdariya xwe.”
Mele Nadir Elî da xuyakirin ku sê desthilatdariyên dewletan ên weke Erdogan DAIŞ afirandine û got, “Ti cudahî di navbera Erdogan û DAIŞ‘ê de nîne. Ew jî mirovan dikujin, Erdogan jî li Roboskî, Kortekê mirovên bê guneh qetil kir. Gelekî înkar dike, talan dike. Her kes dizane DAIŞ encama zîhniyeta Erdogan e. DAIŞ nû ye, lê yên mîna Erdogan kes û komên bi vî rengî her tim bikar anîne. Di dîrokê de mînakên vê gelek in. Erdogan ji her alî ve alîkariyê dide, tedawî dike û diparêze.”
‘Divê Kurd li dora HDP bicivin’
Mele Nadir Elî da xuyakirin ku divê di hilbijartinên 7’ê Hezîranê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de hemû Kurd û gelên din li dora HDP’ê bicivin û got, “Erdogan di vê pêvajoya hilbijartinê de hinekî tengav bû. Dema dît wê winda bike, êrîşî Kurdan, êrîşî gelên bindest kir. Êrîşên li Edene û Mersînê nîşaneya vê ye. Dema fêm bike wê desthilatdariyê winda bike, dibe ku hîn bêhtir bê perwa êrîş bike. Lê belê divê gelê Kurd û gelên din ên bindest li dora HDP’ê hêza xwe bicivînin. Li hemberî zilmê li ber xwe bidin û mafên xwe biparêzin. Ev yek fermana Îslamiyetê ye.”