
Serokê Parlamena Ewrûpayê yê berê û Serokê Giştî yê partiya sosyal-demokrat a Elman SDP´ê Martin Schulz, têkîldarî encamên referandûmê şîroveya “Encaman nîşan da ku Erdogan ne Tirkiye ye” kir. Martin Schulz bi twitterê peyamek parve kir bal kişand ser têkoşîna demokrasiyê, û der barê encamên referandumê de şîroveya “Encama deqedeq a di referandûmê de nîşan da ku Erdogan ne Tirkiye ye” kir. Serokwekîla Koma Meclîsê ya SDP’ê Rolf Mutzenich jî diyar ku ku encamên referandumê Tirkiye kiriye 2 parçe. Mutzenich anîna rojevê ya nîqaşên bidarvekirinê careke din jî rexne kir û diyar kir ku Tirkiye wê ji Ewrûpayê zêdetir dûr bikeve. n BERLÎN