Erdogan jî ne lîderekî steptonê ye û nikare cîhanşumul be.
Bi hawarî çûna Ahmed Dawudoglu ya Libya û radestkirina milyon dolaran jî, wek baloneke ku zû pûç bibe, têra veşartina têkçûna AKPartî nekir. Tirkiye li Rojhilata Navîn, bêhtirîn ten ma.
Berî ku ku mijara Mertalên Parastina Fuzeyan eşkere bike, desthilatdariya Iranê xapand û berê artêşa Îranê da Qendîlê. Di wê dema ku hêzên artêşa Îranê û gerilayên PJAK’ê şer dikirin, mijara bicihkirina Mertalên Fuzeyan li Tirkiyê di saetên nîvê şevê de û ji aliyê alîkarê şêwirmendekî ve hate eşkere kirin.
Yanî eşkere kirina veşartî, ne bi devê mirovekî berpirisyar û di radeya sêyemîn, çaremîn de hate eşkere kirin. Ev reva ji ratsiyê bû, yanî xapandin.
Piştî eşkere kirina Mertalên Fuzeyan bi rojekê, PJAK ragihand ku, “Iran jî bêje erê’ ewê agirbestê îlan bikin. PJAK bi vê daxuyaniyê Iran şiyar kir. Îran wek dêw û ejderhayê ku ji xew şiyar bibe, nêrî ku Tirkiyê ew xapandiye. Berî ku bersivê bide PJAK’ê, Tirkiyê tehdîd kir.
Di wê hengamê de, rapora NY ya Mawî Marmara hate eşkere kirin. Her kesî baş dizanîbû ku NY, wê di rapora xwe de riyeke navendî bibîne û rewşa her du basikan jî li ber çavan bigire. Ji ber ku NY, di mijareke wiha hassas ku Israîl dibêje “ewlekariya min û îradeya min”, Tirkiyê jî dibêje “rûmeta min û rola min” ji bilî vê raporê tiştekî din amade nedikir. Ya herî giring, piştî imze kirina peymana Mertalên Fuzeyan, rapora xwe eşkere kir. Piştî ku rapor hate eşkere kirin, Tirkiyê berê xwe neda NY, sekreterê giştî yê NY, Ban Kî Moon rexne nekir. Dîrekt Îsraîl hedef girt. Ev yek.....
Xala duyemîn, Tayyip Erdogan berî ku biçe gera Rojhilata Navîn, bi serfermandar û wezîrên têkildarî pirsgirêka Kurd re civîn çêkirin. Ji ber ku, di van cîvînan de, gera Erdogan ya Rojhilata Navîn û gera Nejdet Ozelê Kimyewî ya Kurdistanê wek planekî bi pêvajoyê ve girêdayî hate amade kirin. Erdogan, ji bo mêweyên dijberiya Îsraîl berhev bike berê xwe da Rojhilata Navîn; Org. Nejdet Ozelê Kimyewî jî, ji bo ku têkçûna xwe ya li hemberî Haraketa Azadiya Kurd veşêre, berê xwe da Kurdistanê.
Rojnameya Frensa Le Monde, di nirxandina krîza navbera Tirkiyê û Îsraîl de, balê dikişîne ser şova Erdogan û lîstikên wî. Rewşa aboriya Tirkiyê jî, wek BAHAR SEXTE destnîşan dike.
Le Monde, dibêje ku, siyaseta Tirkiyê ya Rojhilata Navîn piştî çûna Ahmed Dawudoglu ya Libya xitimî. Ji bo ku pêşiya siyaseta siyaseta Tirkiyê vebe, senaryoyeke mezin kirin pratîkê. Û hwd. Ev sê....
Piştî du-sê salên destpêka desthilatdariya Erdogan û AKPartî, Haraketa Azadiya Kurd û Birêz Abdullah Ocalan, ew şiyar kirin ku vekirî gotin, “eger tu pirgirêka Kurd bi riyên aştiyane û demokratîk çareser neke, riya çek û operasyonên eskerî bikar bîne, tu ji aqubeta desthilatdariyên berî xwe xelas nabe.” Aaaa niha, trenda Tayyip Erdogan dadikeve. Alîkarê serokê KONGRA GEL Zubeyir Aydar, di axaftinên bi rojnamevan Guney Aslan re got, “Emerîka ji florta Tirkiyê bi Îranê, ne razî ye û dilnexweş e. Tirkiye agahiyên sixurî ku Emerîka dide Tirkiye, Tirkiyê jî dide Îranê, ev li hesabê Emerîka naye.”
Berdevkê Saraya Spî jî, piştî krîza Tirkiyê û Îsraîl got, Tirkiye di demokrasiya ku toleransê dide cûdahiyan de gavan diavêje.” Ev gotin têne wateya ku Emerîka dixwaze, lixaba devê Erdogan hinekî bişidîne. Erdogan piştî van gotinan, derkete pêşberî çapemeniyê û mijara Heronên Israîl yên xerabe anîne holê. Ne pirsgirêka Xezayê, pirsgirêka “teahuda” balafirên bê pîlot Heronan anî ziman. Ev navê paşde gavavêtinê ye. Ev sê...
Frazeya Erdogan tejî quncir û zîwan e. Dîmenê desthilatdariya Tansu Çîller, yên Mesud Yilmaz û dîmenê desthilatdariya Erdogan mîna hev in. Tenê nav û bejna serokwezîran hatiye guhertin
Bi vê pêwanê, min di destpêka nivîsa xwe de got, “Tirkiyê krîza cîhanê dijî.” Tirkiyê, ne tenê li dijî Îsraîl, bi cîranên xwe teva re di nava nakokiyan de dijî. Bi YE re nakokiyan dijî. Alîkariya bi şova Erdogan ya li Somalî jî, nikare vê krîza mezin û têkçûna artêşa Tirk xelas bike..
Ajîtasyon û demagojiyên Erdogan wê çiqasî dikaribin gelê Tirk bixapînin? Dawiya Bahara Sexte kulîlkan venakin û mêwe nadin. Bêdunde ne. Desthiladariya AKPartî jî, Tirkiye ber bi bêdundetiyê dibe.
Navê vê rewşê, “çargoşeya di guroveriyê de” ye. Ev guroveriya ku bi pîvana çargoşe re weke hev e; nikare pirsgirêkên hundir çareser bike. Ji ber ku pêlên pirsgirêkan di nava guroveriyê de, ji hêza çargoşeyê meizntir û dijwartir in. Pêlên krîa Tikriyê jî ji serê erdogan meizntir in. Lewam ew nema dikare bi rojevên “sunnî” vedişêrin. Ev çar!...
Xala herî giring: Desthilatdariya AKPartî her karê xwe li ser şantajan rûnandiye. Dixwaze ku astengkirina parêzeran ya çûna Imralî û hevdîtina bi Birêz Ocalan re jî, bike qozeke şantajê. Lê Kurd xwedî wê hêzê ne ku, şantajên AKPartî jî berteref bike. Bahara sexte ya Erdogan wê serê Erdogan bixwe.