Meş ji aliyê bi dehan rêxistinan ve tê organîzekirin û tê payîn bi deh hezaran kes tevlî bibin. Armanca meşê duh bi civîneke çapemeniyê hat eşkerekirin.

Li ser navê komîteya amadekar Werner Raetz (Attac), Emîly Laqûer (Înterventîonîstîsche Lînke), Yavûz Fersoglû (NAV-DEM), Sedat Kaya (DÎDF) û Parlamenterê Partiya Çep Jan van Aken ê ji bo meşa 8’ê Tîrmeha 2017’an serlêdan kiribû, axivîn. Qisekeran dan xuyakirin, ku ew ê bi dirûşma “G20 -not welcome”, serokên hikûmetên 20 dewletên herî xurt ên cîhanê ku wê tevlî civîna bilind bibin û ji aliyê 10.000 polîs û leşkeran ve werin parastin, bên şermezarkirin. 

Civîna bilind a G20’an wê li avahiya şaredariyê û li qada fûarê ya li navenda Hambûrgê pêk were. 

Li aliyê din, wê di 8’ê Kanûnê de weke pêş civîna G20’an, civîna OSCE’yê bê lidarxistin û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavûşoglû jî wê tevlî vê civînê bibe. Kurdistanî amadekariyan dikin ku Çavûşoglû şermezar bikin. Berdevkê NAV-DEM’ê Yavûz Fersoglû da xuyakirin, ku wê bi vê armancê di 8’ê Kanûnê de meşek were lidarxistin.

ANF/HAMBÛRG