Tirkiye û Kurdistan ber bi pêvajoyeke nû ve diçin. Niha, her kes di nava dudiliyên têr guman de, li asoyên sibe û dusibe dinêre.
Sibe û dusibe ji bo gelek tiştan avis e...
Ji ber ku li ser textê tacîdariya Tirkiyeyê, mirovekî anormal rûniştiye. Aliyekî wî hegemonya çeteyan e, aliyekî wî hegemonya cemaetê ye, aliyekî wî hegemonya madî ya cihûyan e, aliyekî wî hegemonya îdeolojiya îslama Muawiye ye.
Balkêş e, tacîdarê Tirkiyeyê, yanî Erdogan her roj imzeya xwe diavêje bin kuştineke nû. Ev jî, wî ji exlaqê rojane yê pîroz dûr dike. Rêz û edebê dide jibîrkirin. Ji bilî şerê qirkirina li dijî Kurdan, tevahiya Tirkiyeyê, bi kuştin, destdirêjî, şelandin û bûyerên kirêt diheje. Tirkiye bûye Guernica Pîcaso.
Guman dikim ku Tayip Erdogan, pirtûka Machiavellî “Hukumdar” pir dixwîne. Ji ber ku ew jî mîna Napolyonê III’emîn dema diaxive, tivêla rûdêna xwe dike bin maskeyeke din. Di navbera xetên rûdêna wî û giyanê wî de nakokî çêdibin. Lê ji ber ku em ne zanistê fizyognomonî ne. Lê bi qasî ku me xwendiye, tîpolojiya wî vê hişmendiyê dide me.
Tayyip Erdogan, nirx, kultur û pîroziya ku bi hevkariya tirk, Kurd û gelên din di demên dirêj de hatiye avakirin, têk dibe, ji holê radike, kultura cemaetê tîne.
Ev tê wateya ku Erdogan, ne li nirxên mirovahiyê, ne li mafên xwezayî, ne li hiqûqa gerdûnî, ne li ademiyetê, ne li exlaq guhdarî dike. Ji bo bigihîje armanca xwe, wek Timurleng riya xwînê bi kar tîne.
Birêz Ocalan, di pirtûka Sosyolojiya Azadiyê de, dibêje, “Firewn jî, Nemrûd jî tekel-perestên dema xwe ne. Duh hejmara wan ne zêdetir ji sedî bû. Lê Nemrûd û Firewnên vê heyamê bi sedhezaran e.” Lewma kuştinên Nemrûd û Firewnên vê heyamê jî, qat be qat ji yê Nemrûd û Firewnên berê zêdetir in.   
Me li jor aliyê Erdogan yê cihû (ez cihûyan ji xerabî, kujeriya mîna Erdogan tenzîh dikim) anî ziman. Cihû, di herka dîrokê de, xwestine ku hegemonya xwe di aliyê madî de sazkar bikin. Serketin jî bi dest xistine. Lê aliyê cihûyan ê hegemonya kulturê jî bi hêz e. Erdogan, tenê hegemonya madî girtiye dest û hegemonya kulturê dikuje. Aliyê kulturî, hîna di çarçoveya îslama tirk û îdeolojiya klasîk a dewletê de digire dest. Lewma min got, kultura tirk, Kurd û gelên din ku bi sedsalan li Anatolya, li Kurdistanê û herêmên sazkar kirine têk dibe. Li Tirkiyeyê kultura qedîm tê kuştin, kultura cemaetê tê pêşxistin.
Bingeha vê siyasetê ji Fetullah Gulen e, ev jî qanûna ku mirov ji riya Xweda û însan qut dike ye. Riya ku civakê dike navbera du ferên aş de û dihêrê ye. Ya rastî, kiryarên Erdogan li derî demê ne û hinek tiştên din tînine bîra mirov; Wek mirovê nexweş!..
Eger dema Xelifeyan ba, dema Eyubiyan, yan jî dema Osmaniyan ba, Erdogan dikarîbû bibe Gilgamêşê demê û qewmê Humbaba kom bike û wek kole bi kar bîne. Erdogan çavên xwe berdaye Kurdan, lê Kurd jî ne Humbaba ne, kalikê Gilgamêş in.
Erdogan, ji ber ku hukumraniya îdeolojiya felsefîk nedaye pêşiya xwe, firazeya xwe jî û dîroka kesên berî xwe jî nikarê bîne beranberî hev. Berçavikên bergîlan dane ber çavên xwe û tenê li yek alî dinêre.
Yanî ji wê hişmendiya dîtina fulyana pişta neynikê dûr e. Ew tenê li pêşiya neynikê dinêre û tenê xwe dibîne. Bûye tirnal û delalê çîrokan û li bejnûbala xwe dinêre.
Ocalan, di heman pirtûkê de, mînaka Sedam Huseyin dide û mijara “deftera hegemonîk” tîne holê û dibêje “dema ku desthilatdar ji xîşkê derketin, ji deftera hegemonîk xera dikin, mînaka wê jî Sedam Huseyin e.” Deftera hegemonîk, ya hêzên global û sîstema kapîtalîst e. Îcar Erdogan “exlaqê armancê û exlaqê encamê” tevlihev dike û dasa xwe fireh diavêje. Helbet hejandina dasa fireh, piranî li paqa xwediyê xwe dikeve. Dema ku das li paqa Erdogan ket, hingî wê armanc û encam tevlihev bibe û li serê xwe bide. Hingî Kurd jî, wê nikaribin Erdogan xelas bikin.
Mirovên ku dîrok li gorî xwe dizayn dikin, di dîrokê de wek mirovên normal ne hatine dîtin. Îcar Erdogan e. Erdogan jî dixwaze, dîrokê li gorî xwe dizayn dike. Me got, ne dema Firewnan e û ne jî dema Napolyon e. Firewnê demê Husnu Mubarek bû, Sedam bû... Lê Erdogan her du tîrana jî anke neynika xwe, ya mixabinî û heyrê ev e.
Vekirî dibêjim: Tayyip Erdogan, ji bo Kurdan metirsîniyeke bi qasî Tîmurleng e. Ji ber ku di dîrokê de tesadufan nahêle û destê xwe diavêje her tiştî. Kîndar e!.. Kîndariya wî, di rengê tolhildanê de ye û dikare tiştên gelekî xerab bike.
Lewma dive ku Kurd şiyar bin û şev û roj kar bikin.
Lewma dive ku Kurd şiyar bin, ji ber ku dijminê Kurdan, pirtûka Machiavellî “Hukumdar” kiriye rêbaza xwe û ji bo armancê, serî li her cureyê riyan dide. Dema ku serî li riyan dide jî, aliyê wî yê Nietche derdikevê pêş, ji bo di çem re derbas bibe, mirovan dike pir, wek aşê hêrtinê mirovan dihêre. Êdî “exlaqê armancê û exlaqê encamê” tevlihev dike û aliyê wî yê Yezîd bin Muawiye derdikeve pêş.
Tirsa min ew e ku, hişmendiya Erdogan ya di çarçoveya fizyognomonî derbikeve pêş û mêjiyê wî, ji bedêla ava kimyewî xwînê tevbigere, hingî tofana sedsalê wê dest pê bike.