AKPê bi fêlbazî û xapandina gel, Sûriye têk bir. Wî welat kir mîna gola xwînê. Ji sala 2011´an û vir ve, her roj Erdogan gef li Esed dixwar û digot; "Em ê destûrê nedin ku Heleb, Humis bibin mîna Hemaya sala 1981´ê!" Lê tevahiya Sûriye bû mîna Hemayê. Li Sûriyê niha 100 Hema çêbûn û sed komkujî pêk hatin. 

Di van rojan de rejîma Esed bi alîkariya artêşa Rûsyayê êrîşên mezin dibe ser Helebê. Ew dixwaze di zûtirîn dem de tevahiya Helebê bigre dest. Dewleta Tirk jî temaşe dike. Tenê ji bo şerê Kurdan û Rojava, artêşa xwe, li gel çend çeteyên muxalefetê û Tirkmanan şand Cerablusê. Xuya ye, ew lihevhkirinek bû. Heleb ji Esed û Putîn re û Cerablus jî ji AKPê re! 

Niha li Cerablusê ala Tirkiyeyê hatiye hildan û zimanê Tirkî serdest bûye. Hin kes ji nava muxalefeta Ereb ya nijadperest û xwefiroş îca dengê xwe li dijî vê dagirkeriyê bilind dikin û dibêjin Erdogan em xapandin û firotin!

Muxalefeta bi navê ´Îtîlafê´ li dijî Gelê Kurd li Rojava dijminayetiyeke mezin meşand. Eşkere destek da çeteyan û kiryarên wan li dijî Kurdan rewa kirin. Komkujiyên komên çete li dijî gelê Rojava nuximandin û li dijî YPG´ê hemû cûreyên derew û bêbextiyan belav kirin. Di amûrên xwe yên ragihandinê de kampanya reşkirinê li dijî Rojava meşandin. Heta li dijî berxwedana Bakur xwedî helwesteke çetewarî û dijminane bûn. 

Jixwe, heta vê kêlîkê çeteyên ku Îtîlaf wan wek baskê xwe yê eskerî dibîne, êrişî taxa Şêxmeqsûd a Helebê dikin. Ev ji bilî fesadiya ku li dijî Rojava li derve kirin û hewl dan li cem dewletan û rêxistinên mafên mirovan tecrûbeya Rojava reş bikin. Niha bila ev muxalefet derban ji destê Erdogan û AKPê bixwe. Ew hate firotin. Mîna çeteyên kirêkirî heta demekê kar kir, lê dema dawî li wezîfeya wan hat, ew ji aliyê Erdogan ve erzan hatin firotin. Niha komên çekdar yên Tirkmanan hene û destê wan yên herî dirêj in.

Kesekî wek AKPê zerar li Sûriye û gelê Sûriyê nekir. Niha AKP hemû siyaseta xwe serbobino dike, ji bo avê li ser xwe zelal bike. Desthilatdariya AKP´ê ya ku destûr da bi dehhezaran terorîst bi riya belafirgehên Tirkiyê derbasî Sûriye û Iraqê bibin û êrişî Şingal û Tileferê bikin û bi hezaran Êzîdî û Tirkmenan bikujin û keçên wan kole bajon sûkan, bajar û gundên wan wêran bikin, niha dixwaze bi çend lîstok û şanoyan, vê xwîna li ser destê xwe bişo. 

Divê li dijî vê siyaseta xapandinê ya AKP´ê helwêstên tund werin nîşandan. Li ser asta navneteweyî divê doz li dadgehên cîhanê li dijî AKPê û rayedarên wê werin vekirin û hevkariya wan a bi DAIŞ´ê re zêdetir were ronîkirin. Piştî ewqas qirêjî û destekdayina terorê, nabe ku AKP xwe mîna mexdûrê DAIŞ´ê nîşan bide û bi çend dek û dolaban raya giştî ya cîhanê bixapîne.

Ji bo ku QSD pîlana AKP´ê û peyayên wê li Sûriyê pûç bike, divê komên eskerî yên herema Şehbayê hemû, di zûtirîn dem de cihê xwe di nava QSD´ê de bigirin. Ew komên niha xwe mîna "Artêşa Azad" didin nasîn û destê wan neketiye nava xwîna sivîlan, divê beşdarî nava QSD´ê bibin. Jixwe, kar û barê perwedekirina pêkhateya Ereb li herema Şehbayê divê bi awayekî lezgîn û profesyonel bimeşe. Divê ev herêm beşdarî nava federaliya Rojava-Bakurê Sûriye bibe û bi alîkariya koalîsyona navneteweyî li dijî terorê ciwanên wê perwerdeya eskerî bibînin û bibin beşek ji QSD´ê. Jixwe, niha pêkhateya Ereb li dijî DAIŞ, AKP´ê, komên çete û siyaseta welatên Ereb yên ku şerê kirêkirî li Sûriyê destek dikin, bi hêrs û nifret in. Ew alîgirên federaliya Rojava, QSD û hevkariya bi koalîsyona navnateweyî ne. Federaliya Rojava ji bo Ereban şensekî mezin e, ew jî ji bo federaliyê destketiyek in. Bingeha pûçkirina siyaseta AKP´ê û çeteyên wê, yên Kurd û Ereb, îro ji her dema derbasbûyî xurtir û berztir e.

Federaliya Rojava-Bakurê Sûriyê û hêza QSD´ê bûne hêviya gelê Sûriyê. Ew bûne hêza muxateb a sereke ji bo cîhana azad li dijî teror û tariyê. Dewleta Tirk û dûvikên wê li îflasê ketin û li himberî hemû cîhanê teşhîr bûn. Bi azadkirina Minbicê û meşa ber bi Efrînê re, êdî Rojava bi gewde dibe. Bi sertewandina Erdogan li hemberî wan kesên/welatên ku ewqas sal şerê wan dikir, dawiya qonaxa "lehengiya sexte" hat. Dibe ku ew bi rejîma Esed re li hev were û serê çeteyên Îtîlafê teslîmî wî bike.