Rojnameya Emerîkî ya navneteweyî û pirrzimanî weşanê dike, Huffington Postê di çapa xwe ya Elmanyayê de doh hewl da bersivê bide pirsa “Ka ji bo çi Erdogan û Trump li Rojhilata Navîn vediguherin neyarên hev ên hişk”.

Rojnamevanê Huffington Postê Lennart Pfahler, gotinên Erdogan ên ku digotin bi Trump wê “serdemeke nû” ji bo têkiliyên Emerîka û Tirkiyeyê dest pê bike, bi bîr dixe û dibêje, “Lê belê evîna di navbera Tirkiye û DYE’yê de, ya di navbera sergermên populîst Trump û Erdogan de piştî nîv salê, va ye, li ber nemanê ye. Heta herdu netewe niha dibin dijminên hev ên hişk”.

Dema vê dibêje jî îşaret bi gavên eskerî yên Emerîkayê li Rojavayê Kurdistanê dike ji bo pêşîgirtina li êrîşên dewleta Tirk, şîroveya “Washington heta bi Rûsyayê re jî hev digire – da ku şerê Erdogan li dijî Kurdên li Bakurê Welêt [Sûrî] bide sekinandin.”


Hevgirên bawerî bi wan tê Kurd in

Piştî ku bûyerên qewimîn bi bîr dixe, rojname dibêje, berdevkê wezareta karên derve ya DYE’yê eşkere bang li Tirkiyeyê kir ku çi gavê diavêje li Sûriyê bi wan re yan jî bi koalîsyona dij-DAIŞ’ê re per ve bike û rexneyên tund lê girtine. Gotar wwiha dewam dike: “Lê belê Erdogan jî dixwaze Reqayê rizgar bike. Wî di rabihuriyê de gelek caran bang kir da ku tevî eskerên Tirk û hevgirên wan milîsên Sunî hevkarî bête kirin. Belê, DYE heta niha dev ji haval/hevgirên xwe yên bawerî bi wan tê li Sûriyê bernadin: ew jî Kurd in.”

Li gorî rojnameyê DYE’yê hem bi serdana cihê êrîşê û hem jî bi dewriyeyên li ser sînor nîşan daye ew hevgirê xwe bernade, lê belê Tirkiyeyê jî bi êrîşa xwe reaksiyonên DYE’yê pîvana û wê helwêsta xwe beriya hevdîtina Trump û Erdogan a 16’ê Nîsanê diyar bike.


Tirkiye wê bibe neyarê Emerîka?

Rojname pirsa ka siberojê wê çi biqewime dike û îşaret bi wê yekê dike ku heger Erdogan û Trump li hev nekin, muhtemel Tirkiye li Sûriyê ji bo DYE’yê weke neyarê sereke li Sûriyê şûna Rûsyayê bigire:

“Êrîşên Tirkiyeyê operasyona Reqayê, kelaya DAIŞ’ê asteng dikin. DYE wê dem-dirêj qebûl nekin ku ev bête serê wan. Trump neçar e ku bi soza dayî milet a têkbirina terora DAIŞ’ê [serketina] xwe bide pîvan.

Heger 16’ê Gulanê di civîna serokê DYE’yê û Erdogan de çareseriyeke dernekeve holê, hingê tehlûke heye ku ev lihevnekirin hişk û zexm bibe.

Wê demê, mumkin dibe ku Tirkiye li Sûriyê weke reqîbê/neyarê sereke yê DYE’yê şûna Rûsyayê bigire – û ev jî, tevî ku ew hevgir e qaşo di nava NATO’yê de. Muhtemelen ev vê yekê wê di encamê de rê li ber bêîstîqrarbûna zêdetir a li herêmê vekira.”  


BERLÎN






Erdogan dîsa xwe avêt ber lingên Putîn


Piştî xistina balafira Rûs û şandina nameya 'lêborînê' di her hevdîtinê de li ser dijberiya Kurdan û gelên Sûriyeyê bazara gemarî kir, ji bo bazareke nû bike, Erdogan berê xwe da Rûsyayê. 

Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan doh çû Soçî û bi Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re rûnişt. Erdogan ev salek û nîv e çi dema ku bi Pûtîn re rûdine bazara li dijî Kurdan û Rojava dike.

Erdogan li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê bi mebesta ku pêşiya Kurdan bigire piştî krîzeke mezin a li ser xistina balefira Rûsyayê li Sûriyê, bi Rûsyayê re bazara Helebê û Babê kir û 24’ê Tebaxa 2016’an bi navê ‘Mertalê Firatê’ tevgera dagirkeriyê dest pê kir. Di tevgerê de ku bi destûra Rûsyayê pêk hat, hatibû plankirin ku komên çekdar ên Helebê bişînin Cerablûs-Ezaz-Babê. Bi vî rengî Rûsya wê Heleb ji komên çekdar paqij bikirana û Tirkiye jî ji kavilkên komên çekdar wê nehiştana ku kantonên Efrîn û Kobanê bigihin hev.

Erdogan 10’ê Adara 2017’an bi şandeyeke berfireh çûbû Rûsya û xwestibû li ser Idlibê bazarê bike, lê Erdogan tişta ku lê digeriya nedîtibû. Beriya serdana Erdogan hikûmeta Rûs amborgoya li ser pîvaz, qernebihar, brokolî, qerefîlên ji Tirkiyeyê rakir.

Lê li gel ku Tirkiye nêzî Rûsya bûbû û di operasyona Mertala Firatê de desteke hewayî standibû jî, piştî ku vê pêla dawî DYE’yê bi fuzeyan li baregeha leşkerî ya Sûriyê, li Şayratê xistibû, Tirkiye dîsa behsa hilweşandina Esad kiribû. Li ser vê jî Berdevkê Kremlînê Peskov ji Tirkiyeyê xwest ku mebesta xwe vebêje.

Erdogan piştî hevdîtina Petersbûrgê xwe nêzî Rûsya kir, bi hevdîtinên Astana, endambûna Pêncên Shangayê û îdîaya ku ew ê sîstema parastina fûzeyê s-400 wê ji Rûsan bikire, şantaj li DYA û NATO kir, beriya hevdîtina bi Trûmp re ku tê payîn16´ê Gulanê pêk were, Erdogan bi Putîn re hev dît û dixwaze bi vî rengî xwe bi bihayekî zêdetir bifiroşe.

Têkildarî hevdîtina doh daxuyaniya destpêkê ya Putin derbarê siyaseta hundir a Tirkiyeyê bû, "Ez bawer dikim wê rewşa siyaseta hundir a Tirkiyeyê jî baş bibe." Di beşa li çapemeniyê vekirî a civînê de Putin wekî din got, têkiliyên di navbera Enqere û Moskovê de bûne xwedî statuyeke taybet û ew bawer dike ku ev têkilî ji nû ve bi temamî wê baş bibin.

Beriya hevdîtinê berdevkê Erdogan Ibrahîm Kalin gotibû, "Li gel bûyerên li Sûriyê, ji bo têkoşîna dijî terorê û têkiliyên dualî wê were axaftin" û vê jî şîroveyên wiha bi xwe re anîn ku Erdogan dîsa li dijî Rojava xwe avêtiye ber lingên Pûtîn. 


 MOSKOV