
BÊRÎTAN SARYA / ANF / QAMIŞLO
Hevseroka Desteya Rêveber a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê, Foza Yûsif got, mikurhatinên Reza Zerab gelekî girîng in û destnîşan kir ku Erdogan wê li dadgehên navneteweyî bê dadgehkirin.
Foza Yûsif, têkoşîna li Sûriyê û Rojhilata Navîn a piştî DAIŞ‘ê, lêgerînên çareseriyê, doza Reza Zerab û hilbijartinên federasyona demokratîk nirxandin.
Yûsif da xuyakirin ku şerê li Sûriyê yê li dijî DAIŞ‘ê û komên ku xwe ‘muxalif’ bi nav dikin, ketiye qonaxeke nû û got, “Bi qasî ku tê dîtin, hêzên navneteweyî yên bingehîn ên weke Emerîka, Koalîsyona li dijî DAIŞ´ê ya Navneteweyî, Rûsya û civaka navneteweyî, dixwazin ev şer biqede û çareseriyeke siyasî pêk were. Lê belê her kes dixwaze ev çareserî li gorî berjewendiyê wan be. Qedandina şer û çareseriyeke siyasî daxwaza hevpar a aliyan hemûyan e. Mirov dikarin vê yekê ji bo Emerîka û Rûsyayê bi rengekî eşkere bibêje.“
Îxtîlaf li ser çareseriyeke çawa ye
Foza Yûsif işaret bi nakokiyên di navbera hêzên navneteweyî yên ji ber berjewendiyan jî kir û got, “Her hêz niha hewl dide hê bêhtir di vê çareseriyê de bi bandor be. Lewma civîna Soçî û aktîfkirina civîna Cenevre-8 a di vê demê de, nîşan didin ku her kes dixwaze vê pirsgirêkê li gorî berjewendiyên xwe çareser bike û rengê xwe bide çareseriyê.”
Foza Yûsif di vir de îşaret bi nêzîkatiya hêzên statukoparêz ên li herêmê kir û got, „Nexasim Tirkiye, Îran, Iraq, Sûriye û Erebîstana Siûdî naxwazin krîza li Sûriyê çareser bibe. Herî zêde Tirkiye vê yekê ji bo xwe weke xeterê dibîne. Tirkiye, ji bo ew bi xwe nekeve rojevê, dixwaze vê pirsgirêkê mezin û kûrtir bike. Ji ber ku di nava Tirkiyeyê bi xwe de krîzeke gelekî mezin heye. Ji bo Kurd nebin xwedî statu, çi jê tê wê dike.”
Foza Yûsif dibêje Îran jî bi heman rengî tevdigere û ji bo dûrxistina xwe ji krîza nava xwe û ji destwerdaneke muhtemel a ji derve naxwaze pirsgirêka li Sûriyê bê çareserkirin.
‘Cenevre-8 wê bê encam be’
Li ser civîna Cenevre-8 jî Hevseroka Desteya Rêveber a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Foza Yûsif got, “Civînên li Riyad û Cenevreyê nîşan didin ku niyeta rejîmê ya çareseriyê nîne. Wekî din, belgeya ku muxalefetê nivîsandiye jî tiştekî gelekî giştî ye. Eger civînên li Cenevreyê bi vî rengî bidome, wê encam jê dernekeve.
Çawa ku piştî tifaqa Astanayê muxalefet ji aliyê eskerî ve kete rewşeke gelekî xerab û ji hev belav bû, rejîm dixwaze bi heman rengî demê dirêj bike û ji aliyê siyasî ve jî muxalefetê ji rewşa muxatebbûnê derxîne. Lewma ji bo civîna Cenevreyê bê encam bimîne, çi ji destê rejîmê tê wê dike.
Wekî din, sedema herî girîng a bêencammana van hevdîtinan jî ew e ku hêzên demokratîk ên li Bakurê Sûriyê weke îradeyeke demokratîk derketine holê û xwedî nexşerêyeke çareseriyê ne, li derveyî van danûstandinan tên hiştin.
Lewma eger ev civîn bi vê rêbazê û van pêkhateyan bidomin, wê nikaribin çareseriyê biafirînin. Heta niha yên ku hêvî dane û çareseriya pirsgirêkê destnîşan kirine, hêzên demokratîk ên li Bakurê Sûriyê ne.”
Tirkiye wê di Efrînê de bist bibe
Yûsif bal kişand ser hebûna Tirkiyeyê ya li Îdlibê û gefên li Efrînê dixwe jî û got, “Tirkiyeyê bi Cebhet El Nûsra re li hev kir û niha Îdlib dagir kiriye. Em gefa li Efrîn û Şehbayê tê xwarin, bêguman gelekî cidî dibînin. Li dijî aramiya tevahiya Sûriyê xetereke mezin e. Eger êrişên li dijî Efrîn û Şehbayê derbasî qonaxeke din bibin, ev ê bandorê li tevahiya Sûriyeyê bike û rê li ber şerekî hê mezintir veke.
Ev şer wê tenê li Efrînê nemîne. Di rewşeke bi vî rengî de Kurdên li hemû parçeyan wê rabin ser piyan û Efrîn wê bi tenê nemîne. Hem Kurd hem jî hemû gelên Sûriyeyê wê tevlî berxwedana Efrînê bibin û wê Tirkiye bikeve rewşeke jêveger nîne. Çawa ku Erdogan heta niha Tirkiye timî xiste nava çiravê, di rewşeke wiha de Efrîn wê ji bo Tirkiyeyê bibe çiravek û dikare dawî li dewleta Tirkiyeyê bîne.”
Foza Yûsif bang li raya giştî ya Tirkiyeyê, raya giştî ya demokratîk jî kir ku li dijî biryara “şer a dînîtî ya Erdogan” helwestê nîşan bidin.
Heta bi dadgehkirina Erdogan
Di dewama axaftina xwe de Foza Yûsif işaret bi doza li Emerîkayê kir û got, „Mikurhatinên Zerab gelekî girîng in. Eger dest li vê yekê neyê werdan û bi rengekî adîl dewam bike, ev ê Tirkiyeyê derxîne pêşberî dadgeheke navneteweyî. Bi taybetî Erdogan û kesên di vê bûyerê de cih girtine wê derkevin pêşberî dadgehê. Ev rewş nîşan dide ku Tirkiye li ser rêyeke rast nîne. Ji ber ku li dijî peymanên navneteweyî sextekarî kiriye û li nava Tirkiyeyê bi xwe jî gendeliyên cidî hene. Hem li nava Tirkiyeyê hem jî li derve, ranteke mezin hatiye xwarin. Ev rewş wê li qada navneteweyî encameke cidî bi xwe re bîne. Girîng e ku ev doz bi rengekî adîl bi rê ve biçe.”
Neteweya demokratîk weke alternatîf
Hevseroka Desteya Rêveber a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê, Foza Yûsif li ser hilbijartinên li Bakurê Sûriyeyê jî got, “Qonaxên 1 û 2 gelekî serketî û demokratîk pêk hatin. Ji ber ku Komîseriya Hilbijartinê ya Bilind li ser qonaxa 3. a hilbijartinê hê daxuyaniyek nedaye, em nizanin tam wê kengî pêk were.
Lê em bawer dikin ku qonaxa sêyemîn wê hem ji aliyê amadekarî, hem tevlîbûna gel û encamên xwe ve gelekî xurttir be. Ji niha ve dikarim vê bibêjim, ev hilbijartin wê ji bo tevahiya Sûriyeyê û gelên wê, rê li ber guhertinên mezin veke. Wê encamên girîng ên siyasî derxîne holê. Ji bo çareseriya krîza Sûriyeyê wê alternatîfeke gelekî xurt derxîne holê. Lewma alternatîf netewe dewlet nîne, alternatîf sîstemeke demokratîk û neteweya demokratîk e.”