
Hozat destnîşan kir, ku AKP bi dirêjkirina dema Rewşa Awarte re dixwaze qirkirina Kurdan temam bike û wiha dewam kir: “Zext, îşkence, komkujî wê dewam bikin. Li dijî vê pêla faşîst divê her Kurd, her demokratek tedbîrên xwe bigirin û xwe bi rêxistin bikin.”
‘Sekna gelê Şirnexê hêja ye’
Hozat da zanîn, dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê hewl dide bi taybetî bajarên xwerêveberiyê bi temamî vala bikin, derdorên faşîst nîjadperest lê bicih bikin û got, “Dewlet û AKP hewl didin Şirnexê bi temamî ji holê rakin. Şirnexê xera dike. Îşkenceyê li gel dike, nahêle mirov ji xwe re xaniyan çêbike, nahêle konan vede. Bi vî rengî zexta koçberiyê li gel dike. Li Geverê jî, li bajarên din ên xwerêveberiyê jî heman rewş heye. Helwesta gelê em ya li dijî vê, helwesteke bi rûmet e. Gelê me bi heybetî li dijî faşîzma AKP’ê li ber xwe dide. Axa xwe naterikîne Ev sekneke hêja ye.”
‘Mûsil navenda dizayna herêmê ye’
Hozat der barê mijara Mûsilê de jî ragihand, ku ya niha tê kirin şerê ji bo ji nû ve parvekirin û serdestiya li Mûsilê ye. Besê Hozat got, “Em ji destpêkê ve dibêjin, ev şer şerê ji nû ve dîzaynkirina herêmê ye. Mûsil jî yek ji navendên herî stratejîk ên vî şerê dîzaynê ye. Rewşa Mûsilê yekser bandorê li rewşa Iraqê dike. Lewma şerê li Mûsilê û sîstema siyasî ya piştî şer li Mûsilê were avakirin, wê bandorê li Iraqê û sîstema siyasî ya tevahiya herêmê bike. Ji ber vê yekê, rola Mûsilê ji bo Iraqê û herêmê diyarker e. Bi polîtîkayeke neteweperest û mezhebî, Mûsil nikare bê azadkirin, rizgarkirin. Ji bo Mûsilê sîstemeke demokratîk gelekî girîng û jiyanî ye.”
Feraseta Tûranî-Osmanî ya Erdogan
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat di vê nuqteyê bal kişand ser hewldanên dewleta Tirk û gotina, “Ez Lozanê qebûl nakim” a Erdogan bibîr xist.
Hozat got, “Nêzîkatiya Erdogan a di vir de feraseteke hegemonîk, mezhebî û dagirkeriyê ye. Feraseta Tûranî û Osmanî ye. Erdogan xwe weke Yavûz Sûltan Selîm dibîne. Ketina nava Cerablûsê jî bi vî rengî dinirxîne. Destwerdana li Mûsilê jî di vê çarçoveyê de dibîne.”
Hozat da xuyakirin, ku Tirkiyeyê Başûrê Kurdistanê jî dagir kiriye û got, “Gelek hêzên taybet ên Tirk bi kincên pêşmergeyan li nava Başûr digerin. Li Başîka û nava Tirkmenan, çekan belav dike, bi rêxistin dike. Bi rêya mezhebî, Erebên Sûnî li dijî Erebên Şîa bi rêxistin dike. Li dijî Xiristiyanan, Êzidiyan, Kurdan sor dike.”
Tevlîbûna operasyona Mûsilê
Li ser mijara cihê YBŞ‘ê di operasyona Mûsilê de Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat ev nirxandin kir: “YBŞ hêza parastinê ya Şengalê ye. Hikûmeta Iraqê ev hêz bi awayekî fermî qebûl kiriye. Lewma parçeyek ji hêza parastinê ya Iraqê ye. Tevlîbûna YBŞ’ê li operasyona Mûsilê, mafê xwe yê herî xwezayî û rewa ye. Mûsil li kêleka Şengalê ye.”
Hozat destnîşan kir, ku çarenûsa Mûsilê û Şengalê bandorê li hev dikin û got, “Rewşa Mûsilê yekser bandorê li Şengalê dike. Ji ber ku li Mûsilê DAIŞ heye, tevî ku navenda Şengalê ji DAIŞ’ê hatiye rizgarkirin, gelê Şengalê nikare li navenda Şengalê bicih bibe. Ji bo li Mûsilê sîstemeke demokratîk û pirrengî ava bibe, divê YBŞ tevlî operasyona Mûsilê bibe û gelekî girîng e Meclîsa Şengalê di siberoja Mûsilê de xwedî mafê gotinê be.”
Plana Erdogan kûrkirina şer e
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat bal kişand ser planên Erdogan ên B û C û anî ziman, ev plan ji ketina nava Mûsilê ye. Hozat got, “Tê gotin ji bo bikeve nava Mûsilê bi PDK’ê re hin peyman çêkiriye. Wekî din tê gotin, li Telafer û Kerkûkê Tirkmenên Sûnî bi çek û rêxistin dike. Li gorî agahiyan gelek leşkerên Tirk derbasî Başîka bûen û bi kincên pêşmergeyan li eniya şer cih digirin. Ev planên B û C ne. Dixwaze hêzên demokratîk ên li vir tesfiye bike û Iraqê bixe nava şerekî mezhebî û etnîkî yê sed salî. Di nava şerekî bi vî rengî de ne Iraq, ne jî Federasyona Başûrê Kurdistanê dimîne.”
‘Lîstikên dewleta Tirk bibînin’
Hozat diyar kir, eger Tirkiye destê xwe ji Telafer, Mûsil, Iraq û Başûrê Kurdistanê venekişîne wê şerê li Kurdistan û Iraqê neqede û got, “Divê hemû welat, gel, mezheb û çandên li herêmê li dijî lîstika nû ya Tirkiyeyê tedbîran bigirin û van lîstikên Tirkiyeyê yên dikarin rê li ber şerê herêmî veke, pûç bikin. Weke Tevgera Azadiyê em vê dibêjin; Madem Erdogan bi lîstikeke mezin dilîze, wê zêde winda bike.”
ANF / BEHDÎNAN