Kovara siyasî ya heftane ya fransewî Le Point ku hevtayê Time û Newsweek a Emerîkî ye, hejmara xwe ya vê hefteyê ji Erdoganê qirker re veqetandiye. Li ser bergê kovarê wêneyekî Erdoganî heye ku silava eskerî dide. Li serê jî dinivîse, “Paqijiya etnîk, rêbaza Erdoganê Qirker” dinivîse. Peyva Qirker jî herî mezin û zer li ser bergê hatiye bicihkirin. Le Pointê li ser berga xwe wekî din pirsa, “Gelo em ê bihêlin ku ew Kurdan qetil bike (û gefan li Ewrûpayê bixwe) dike.
Lîderê Fransiyên Serî Netewînin Jean Luc Melenchon û yek ji giregirê partiyê Mathilde Panost, dîsa Sarah Legrain û Antoine Léaument tevî gelek siyasetvanan li ser hesabên xwe yên medya civakî ji bo 24 saetan çalakiyek li dijî dagirkirina Rojava bi taga (#ErdoganArmyOutOfRojava) pêk anîn. Bizavê 24´ê Cotmehê nîvro destpê kir û di nava saetekê de pênc hezar kes beşdar bûn. n PARÎS