Wezîrê Karên Derve yê Elmanyayê, Sigmar Gabriel, hem beriya serdana xwe ya Enqereyê ya doh û hem jî di dema hevdîtinan de hewl da dilê dewleta Tirk xweş bike, lê van daxuyaniyên wî jî rêya li Încîrlîkê venekir. Gabriel destvala ji Enqereyê vegeriya û hîna li cihê xwe rûneniştî da zanîn ku ku ew dixwaze eskerên Tirk ji Incilîkê vekişîne. 

Serdana li ser krîza Încîrlîkê ku Elmanya jê bi hêvî bû, doh pêk hat. Wezîrê Karên Derve yê Elmanyayê Sigmar Gabriel çû Enqereyê û bi hempîşeyê xwe yê Tirk Mevlut Çavuşoglu re rûnişt. Piştî hevdîtinê her du jî derketin pêşberî çapemeniyê. Gabriel bal kişand ser endametiya Tirkiye û Elmanyayê ya NATO'yê û got, "Li dijî terorê em bi hev re têdikoşin. Her du welat hevkarên mezin ên bazirganiyê ne. Em dixwazin yekîtiya gumrikê xurt bikin. Ji aliyê çandî ve jî têkiliya her du welatan bi hev re heye. Di vî warî de em dixwazin hin tiştan bikin. Em li ser axivîn, ku di asta Ewrûpayê de nebe jî em dikarin pêkanîna vîzeyê ya ji bo zanyaran û karsazan hêsan bikin."

Gabriel gotina xwe anî ser wê yekê ku Tirkiye û Elmanya li dijî têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bi hev re têdikoşin û wiha dewam kir: "PKK ji sala 1993'an û vir ve qedexe ye. Em ê li Elmanyayê derfetê nedin PKK'ê. Bi sedema ku pêwendiya xwe bi PKK'ê re heye, 4500 kes ketine ber lêpirsînê."

Ev 4500 kes kî ne?

Balkêş e Gabrîel di dema axaftina xwe de hejmara 4500 bi lêv kir. Ku Serokkomarê Tirk Erdogan gelek caran gotibû, wan dosyayên ji 4500 kesên pêwendiya xwe bi PKK'ê re hene, radestî Serokwezîra Elman, Merkel kiriye. Balkêş e ku Gabrîel jî got, "4500 kes ketine ber lêpirsînê."

Ev yek di heman demê de mikurhatina li xwe ya wezîrê Elman bû ku ew hevkariyê yekser bi Erdogan re dikin ku demeke dirêj wekî dîktator tohmetbar dikirin. 

Wezîrê Karên Derve ragihand, ku di hevdîtinê de mijara sereke meseleya Încîrlîkê bû û got, "Me ji aliyê Tirk re got, aliyê Elman naxwaze vê mijarê bike rojevê. Lê belê gotin, ku niha serdana ji bo Încîrlîkê ne pêkan e. Ji ber vê yekê ez xemgîn im. Ez vê yekê bi siyaseta hundir ve girê didim. Lê belê artêşa Elman artêşeke parlamentê ye. Em ji vir derkevin jî em ê li Konyayê dewam bikin. Û em dikarin têkiliyên xwe bi vî rengî jî bi başî bimeşînin."

Gabriel siyaseta 100 salî a dij-kurd meşand

Malpera înternetê ya kovara Elman, Der Spîegel ragihand ku Gabriel wê destvala ji Enqereyê vegere û di demeke nêz de leşkerên li Încîrlîkê wê vekişin.

Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim jî hevdîtina xwe ya bi Gabriel re betal kir. Zeit Online jî da zanîn ku Gabriel dixwaze cihê eskerên Elman ji Încîrlikê veguhezîne cihekî din.

Bi her halî di warê siyasî de çavdêr dibêjin, Gabriel adeta siyasî ya Têkiliyên bi Elmanyayê re xira nekir; Kurd her wekî karteke bazarê bi kar anîn, ji destpêka têkiliyên Tirk û Elman de li pêş e. Ji krîmînalîzekirina PKK´ê bi dadgehkirinên Dusseldorfê yên 1986´an heta bi qedexekirina xebata PKK´ê bi biryara ne hiqûqî ya wezareta Karê Hundir a sala 1993´yan, heta bi girtina saziyên Kurd li Elmanyayê, beşek ji siyaseta Elman a bazara bi Tirkiyeyê bûn. Gabriel beriya biçe Tirkiyeyê pêr bi daxuyaniyan îdîa kiribû ku têkoşîna li dijî tevgera azadiya Kurd ji berjewendiyên Elmanyayê ye. Doh jî di dema hevdîtina bi Çavusoglu re ev îdîa dubare kir û li xwe mikur hat ku wan li dijî 4500 Kurdî lêpirsîn daye destpêkirin. Ya ku wî xwest xef bike ew bû ku ev lêpirsîn yekser li ser daxwaza Erdogan hatine destpêkirin.  


ENQERE / BERLÎN