
Di pirtûka ‘Şivanê Kurmanca’ de serpêhatiyên salên borî, gotinên herêma Serhedê jî tehmek cuda dane pirtûkê û ji bîranînên zozanan bigire heta karên rojane gelek bîranînên cihê reng hene. Ev pirtûka Erebê Şemo ku wek romana yekemîn a Kurdî tê nasîn, bi çend aliyên xwe mirov dikare binirxîne. Dema civak berhemekê binirxîne yan rexne bike pêşiyê li jiyana nivîskêr dinêre.Heta ku ji dest bê divê her berhem bi şert û mercên xwe bêne nirxandin. Erebê Şemo di sala 1897’an de li navçeya Sûsizê ya Qersê hatiye dinê. Ji êla Hesiniyan e.Wê demê ev navçe di desthilatdariya rûsan de bû. Erebê Şemo piştî xwendina xwe ya pêşîn diqedîne di 1913’yan de dema ku 16 salî bû dest bi paletiyê dike. Ew ji bilî Kurmancî, bi Rûsî, Yewnanî, Tirkî, Ermenîkî jî dizane. Demeke dirêj jî bûye endamê Komîteya Navendî ya Partiya Komînîst a Ermenistanê. Di sala 1937’an de ji aliyê Stalîn ve tê sirgûnkirin û dişînin qerexa Okena Cemidî. Ew heta 1956’an li wir dimîne û piştî mirina Stalîn, Erebê Şemo azad dibe û vedigere Ermenistanê. Dawiya emrê xwe li navenda Yewnan didomîne û di sala 1978’an de diçe ser dilovaniya xwe.
Pirtûka serdema xwe ye
Nivîskare Kurd Erebê Şemo bi nêrîna xwe ya bi zor û zehmetiya jiyana xwe û ya gelê xwe bi awayekî nivîskî nişan kiriye. Destpekê divê bê gotin ku ev berhem wê serdemê ronî dike. Di nava romanê de xwendevan dibin şahîdqal û cenga wê demê, alozî û berberiyên nav civakê, şerê di navbera çîn û civakê nîşanî me dide. Şerê cihanê ku di sala 1914’an dest pê dike û şaxek jê li ser sînorê Rom û Rûsan diqewime, niviskarê me jî di bin bandora vî şerî de serpêhatiyên xwe didomîne.
Şemo di berhema xwe de wek otobiyografiya jiyana xwe nivisiye. Di romanê de beşeke baş qala kelepor û edetên Kurdewarî tê kirin. Ev beş mirov bi xwe re dibe wê demê bi me dide jiyîn. Wek nimûne di çapa Weşanxaneya Lîsê de (R.97-98) qala çand û folklora Kurdan ên li ser pez û edetên din dike; “Qeydê Kurmanca ew bû wekî em dihatne dolga û wexta serê pêz diketê erdê kurmancekî zadê serê pezê xwe çêdikir. Mirtoxe, kuloç, pez serjê dikirin. Gazî cînara, şivana dikirin nanê serê pêz didan. Malxwe li mala xwe û kulfetên wan dihatin ser mevanara disekinîn lava dikirin wekî mêvan şerm nekin nan bixun. Pêy nan xwarinê raca hilê wan û şivan govend digirtin dilîstin kilam digotin, ji kilama tevî rinttir kilama serê pêzbû. Xorta dor bi dor digot qîza lê vedigerand û dilîstin. Gelek kêf henek laqirdî dikirin heta dibû êvar. Wexta ew kêf henek laqirdî kuta dibun, teva îzna xwe ji malxwe malê kulfetê malê dixwastin diçûn. Hema îzin xwastin jî tiştekî way meşqûlbû, çimkû min hêneîtibû; mîna dîna xwesayê û pak têbîra min. Axê min kulfeta xweva sekinîbûn xelq diçû û wa digotin: -Kevanî belkî destê te ji eyarê rûn qe dernekeve. Belkî yeka we bibe hezarî, belkî hûn silametî derbas kin li zozana, mala we silametî ji zozana dagere bê.”
Di bin têsîra zimanê axaftinê de maye
Her wekî di R.109’an de behsa “Beran berdanê” jî tê kirin. Wan tiştan rewş û xemlek xweş daye romanê. Çend zimanê Erebê Şemo jî heke bêne gotin divê em bibêjin ku ev gotinên dubarekirî gelek bi kar aniye. Vê tehmekî xweş daye romanê. Wek mînak (R.71) “Guhên xwe pêl kirin û û şeqa şeqa diranîn wî” (R.95) “Hewarî birne mal bû qalme qalma me.” Wîsa xuyaye ku Erebê Şemo ji ferhengeke berfireh a zimanan sûd wergirtiye. Ji ber ku wî li gel kurdî bi rûsî, tirkî û ernemîkî jî dizanibû di berhema xwe de cih bi cih ji wan zimanan peyv bi kar anîne. Çend pêyvên wek “Dvornîk (bi rûsî), Dir û jîn (rûsî), kamavor (ermenîkî), kaxtegan (ermenîkî), Duşirmîş (tirkiya osmanî), ekîn (tirkî) bi kar anîne. Li gel vê yekê jî Erebê Şemo nikaribiye xwe ji qalibê zimanê axaftinê dûr bixe. Li gel wan rengîniya Erebê Şemo li ser cihokekê tenê nemeşiya ye û zêde qerebalixa bûyeran xistiye ser hev, ev yek roman jî qaliba edebî bêhtir aniye ser panoramayeke jiyana xwe. Mirov dikare bibêje qet qetên jiyana xwe li hevristine. Xuya ye ku Erebê Şemo ev berhem ji bo mîsyonekê nivîsandiye.
Êşa ‘miletekî di dergûşê de mayî’ tê vegotin
Xwestiye êş, jan, bindestî, derbidarî, belengazî û perîşaniya miletê Kurd bîne ziman. Xema wî ji berhemeke edebî zêdetir vegotina êşa miletê xwe bûye. Ev jî divê hevoka jêr de diyar dibe û niviskar di pirtûkê de dibêje; “bavekî du kurên wî hebû ne. Yek ji wan piştî ku hatiye dinyayê miletekî di dergûşê de ma, piştre meşiya mezin bû û bû zilam. Lê yê din di dergûşê de ma, tu car jê derneket. Em wekî kurê paşîn in ev çend hezar sal in ku em hatine dinê lê em hîn di dergûşê de ne û em bi jîriya xelkê dijîn.” Nîşe: Ev nivîs ji hêla Koma Xwendine ya Amedê ve hatiye nivîsandin.
Gelo ev ji bo berhemeke edebî qelsî ye?
Divê di derbarê hûnak û tevna romanê de jî çend gotinan bên gotin. Nivîskar bi piranî tevna xwe li ser du temayan ava dikin. An tasvîr û şayesandineke têr tesel an jî li ser bûyerê diçin û xemilandin zêde ne li ser bala wî ye. Wer xûya ye Erebê Şemo bêhtir xwe daye ser bûyeran. Derdê wî ji çawaniyan behtir neqilkirina bûyeran bûye. Yanê roman li ser hîmeke civakî ava bûye. Xasma xwe de van dixwaze, gava qala gund û war, çiya û baniyan dibe bikeve nav atmosferê , şekl, reng dirûv û behn û tîhnên wan seh bike. Wekî di (R.96) kurmanc nava çiya da nin, li wan çiya heye çêrê rind. Li wan dera diçêrin û kok dibin kerî-sûriyê wan.
Li vê derê şûna tenê rewşa heyî, gund û çiya bi, bêje yan heke bigota: Ew gundên xweş, bi dar û ber, ku nav çiyayên bilind de rengê wan sor û serê wan biharan bi kulîlkan reng bi reng dixemiliya. Zivistanan wek bûkeke bi berfê dixemilî… Bêguman dê tahmeke xweştir bidaya û roman jî dê pêla çemekî boş biherikiya. Lê nivîskar bi kurtasî vedibêje û derbas dibe. Wek encam ev roman di qada wêjeya kurdî de hatiye pejirandin bi şêwe û teşeya xwe cihê xwe girtiye. Destpêka romana kurdî de pêşî li gelek nivîskaran vekiriye. Em ji ber van xebatên wî yê li ser wêjeya kurdî kiriye biminetarî wî bi bîr tînin.
Berhemên gorbihuşt
Erebê Şemo ne tenê ji bo wêjeya Kurdan giring e. Di sala 1936’an de nivîsa wî ya bi navê “Pêywendiya Feodalî” derket. Di sala 1935’an de pirtûka “Şivanê Kurd” têweşandin. Ev roman bi zimanê rûsî, tirkî, ermenî, firensî, Azerbaycanî, gurcikî, almanî û erebî hatiye wegerandin. Di sala 1958’an de li yerîvanê romana xwe ya ‘Berbang’ diweşîne. Salek şûnde jî pirtûka binavê ‘Jiyana Bextewar’ diweşîne. Pirtûkana wî ya bi navê ‘Hopo’ jî berdewama pirtûka ‘Jiyana Bextewar’ e. Di sala 1965’an de pirtûka bi navê ‘Dimdim’ hatiye weşandin. Xeynî wan pirtûkan ji bo zarokan çîrok jî nivîsiye. Bi senaryoya wî fîlmek bi navê Kurdên Ermenistanê hatiye kişandin. Di sala 1978’an de di 81 saliya xwe de diçe ser dilovaniya xwe û li Goristana Yerîvanê hatiye definkirin.
ROJEVAMEDYA/AMED