Von der Leyen bi awayekî eşkere pesnê êrîşên Tirkiyeyê li dijî DAIŞ´ê da, lê di heman de nerazîbûna xwe li dijî êrîşên li dijî PKK´ê îfade kir. Von der Leyen xwest Tirkiye ji rêya lihevhatina bi PKK´ê re veneqete. Ji bilî wezîra bergiriyê ya Elman, hevserokê Partiya Keskan Cem Ozdemir û pispor û berdevkê siyaseta derve ya SPD´ê Niels Annen jî rexne li Tirkiyeyê girtin. Annen wekî din kêm mane reaksiyona wezîra bergiriyê ya Elman jî rexne kir û got, „Tirkiye dikare vê weke erêkirina helwêsta xwe binirxîne.    Li aliyê din çapemeniya Elmanyayê jî bi zimanekî rexneyî êrîşên dewleta Tirk girtin dest:


Kanala nûçeyan NTV

Wezîra bergiriyê ya Elmanya Ursula Von der Leyen êrîşa li dijî DAIŞ´ê erênî dinirxîne, lê wezîr  ji ber êrîşên li dijî PKKê yên ku PKK´ê û îslamîstan dixe nav heman kevanekê, Tirkiyeyê rexne dike. NTV di biwara majarê de weha cih dide gotinên Van der Leyen: „Mafê Tirkiyê heye ku xwe li dijî DAIŞ´ê biparêze. Lê ewqasî girîng e ku dawiyê li pêvajoya aştiyê bi PKK’ê re jî neîne. 


Deutschlandfunk

Kanala Radyoya Deutschlandfunkê jî êrîş bi nûçeya xwe ya bi sernavê „Êrîş li dijî PKKê, Erdogan li dijî perspektîfa aştiyê şer dike“ nirxand. Radyo bi polîtîkvana Partiya Keskan Claudîa Roth re peyivî. Roth êrîşên Tirkan yên hewayî li dijî baregehên PKK´ê li bakûrê Iraqê şermezar dike û dibêje, „Êrîş berbihevehatina Enqere û Kurdan qels dike“. 

Radyoyê nêrînên Alîgira Seroka Parlemana Elmanyayê Claudîa Rothê weha ragihandin: „Roth got, bi bombebaranê PKK bi Teroristên DAIŞ´ê re yek tê dîtin. Daxwaza Erdogan ew e ku birêveberiya kurdî li Sûrî yan jî li Iraqê asteng bike li şûna ku li dijî DAIŞ´ê şer bike.“  


Bild am Sonntag

Bild am Sonntag´ê jî di çapa xwe ya doh de bi sernûçeya „Wezîra Parastinê Von der Leyen êrîşên Tirkiyê rexne dike“ cih daye gotinên wezîra bergiriyê ya Elman. Rojname di dewama nûçêyê de rexneyên hevserokê Partiya Keskan, Cem Ozdemîr, jî belav dike: „Perbirsiyarê Keskan ji hikûmetê dixwaze ku zextê li rejîma Tirkiyê bike: ´Ti wate xwe tine ku li dijî DAIŞ´ê şer bike û diheman demê de li aliyê din dijberê herî girîng Kurdan qels bike. Di dawiyê de DAÎŞ ji vê sûdê werdigire. Divê hikûmeta Elmanya vê yekê bi zelalî bi şirîkê xwe yê NATO´yê re sererast bike“.


TAZ

Rojnameya çepgir/lîberal Die Tageszeitung (TAZ) jî bi gotareke xwe, bi berfirehî di rewşê de berpirsiyariya Erdogan nirxand û got, Tirkiyeyê bi êrîşên hewayî yên li dijî baregehên gerilayên PKK´ê agirbesta ji 2013an vir ve bi dawî kiriye.  TAZ dibîje: „Bi rastî ev ne ji nişkave qewimî. Herî dawî, ji Çiriya Pêşî ya par û vir ve, dema şerê li dijî Kobanê rû da, Erdogan dest nîşan kiribû ku bala wî li ser pêvajoya aştiyeke rasteqîn tinebû. Jixwe diyar kiribû ku wî PKK weke DAIŞ´ê tehlûke didît. Li gorî Erdogan û serokê hikûmeta wî Davutoglu de facto ew bû ku neyekser alîkariya DAIŞ´ê bikin, bi hêviya ku DAIŞ li dijî Kurdên Sûrî serketî şer bike da ku ji Tirkiyê re nebin tehlûke“.   


Der Spiegel

Malpera kovara navdar a Elman Der Spiegel ya înternetê li ser protestoyên li Enqere rû dabûn xwendavanên xwe agahdar kirin: „Polîsên Tirk bi dijwarî êrîş kir. Wesayitên ava bi şid, roja şemiyê li dijî çalakvanên Dijberên Şer bi kar anîn.  Polîsan nêzîkî 1000 kesî yê li Enqere kom bûbûn û li dijî êrîşên leşkerên Tirk çalakiya protestoyî dikirin, êrîş pêk anî. Di êrîşê de weke ku nûçegihanê AFP´ê ragihandiye, gelek kes hatin binçavkirin. Berî wê Meşa Aştiyê ya li Stembolê hatibû qedexekirin. Di qada navneteweyî de Tirkiye ji ber êrîşên li dijî DAIŞ´ê û şervanên Kurd rastî rexneyê tê. Tirkiye vê bûyerê ji xwe re weke derfetê dibîne, her çend ku şervanên Kurd li dijî DAIŞ´ê şerekî serketî dimeşînin“. 


MEHMET ATAÇ/ FRANKFURT