Koç: Tirkiyeyê bi êrîşa li dijî Şengalê nîşan da ku dê hewldana xwe ya ji bo dagirkirina Başûr berfirehtir bike. Tişta xuya dike ew e ku li dijî dagirkirinê bi tenê PKK li ber xwe dide.
Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Nilufer Koç li ser şehîdkirina Mam Zekî Şengalî peyivî û got:”Êrîşa hanê ne li dijî şexsê Zekî Şengalî dijê xweserbûna Şengalê bû.”
Her wiha Koç îşaret bi bêdengiya hikûmeta Iraqê kir û got:”Heta ku daxuyaniyeke berfireh têkildarî qetlîama Zekî Şengalî neyê dayîn, dê dewleta Iraqê jî wek hevkarê sûc bimîne.”
Nilufer Koç bersiv da pirsên Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA).
Armanca wan ji qetilkirina Zekî Şengalî çi bû? Ev êriş ji bo Kurdên Êzîdî wateyeke xwe ya çawa heye?
Di serî de di şexsê Zekî Şengalî de ez hemû pakrewanên şoreşa Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînim û dixwazim bidim xuyakirin ku em ê layiqî egîdiya wan, têbikoşin.
Zekî Şengalî di van 4 salên dawî de hewl da li Êzîdxanê qadeke demokratîk ava bike û ji bo vê yekê têkoşiya. Li Rojhilata Navîn li ser hebûna Êzîdiyan her tim metirsî hebû. Heta niha 73 ferman anîn serê Êzîdiyan. Li hemberî van fermanan li ber xwe jî dan. Lê belê di 3’yê Tebaxa 2014’an de fermanan dewam kir û Fermana 73’yan li Şengalê li ber çavê hemû cihanê pêk hat. Hêzên serdest ên cihanê li hemberî vê fermanê bê deng man, lê hêzên PKK’ê Fermana 73’yan şikand.
Bi roleke mezin rabû
Zekî Şengalî bi tecrûbeya xwe ya şoreşê ya Apoyî, 3’yê Tebaxa 2014’an çû wê derê û ji bo ku Êzîdî bikarin xwe biparêzin, bi roleke mezin rabû. Cara ewilî Êzîdî dibûn xwedî hêzeke parastinê. Li gorî reseniya xwe gel, jin, ciwan û hemû civaka Êzîdî li Şengalê meclîsên xwe û dezgehên biryarê yên civakî ava kirin. Bandora vê yekê li Êzîdiyên li derveyî welêt jî bû û wan jî dest pê kir yekitî û tifaqên xwe ava kirin. Êzîdiyan bi xwe bawer kir û li hemû qadan xwe bi rêxistin kir.
Êzdayetî û Apocîtî li hev anîn
Ked û hewldana Zekî Şengalî ya ji bo ku civaka Êzîdî xwe bigihîne asta ku bikare çarenûsa xwe diyar bike, nayê jibîrkirin. Vê keda Şengalî, hişt ku Êzidî bi baweriyeke mezin û bê pirs meyla xwe bidin wî û Şengalî ji bo wan bû navendek. Zekî Şengalî dîroka qedîm a Êzdayetiyê û Apocîtî li hev anîn û vê yekê kir ku Êzîdî ji erdnîgariya xwe re bibêjin Êzîdxan. Êzîdiyan êdî pê bawer kir ku bi tenê bi avakirina xweseriyê û diyarkirina çarenûsa xwe dikarin pêşiyê li fermanan bigirin. Şengalî ji hêlekê ve civaka Êzîdî wêrek û ronî dikir, ji hêla din ve jî têkoşîna xwe ya siyasî û dîplomatîk li Iraq û Başûrê Kurdistanê dimeşand.
Dixwazin bibêjin teslîm bibin
Armanca kesên ku bi dewleta Tirk re Zekî Şengalî qetil kir, ew bû ku Êzîdî dev ji birêxistinbûnê berdin û berxwedana wan bişikînin. Yanî dixwazin ji Êzîdiyan re bibêjin, teslîm bibin, serî li ber çarenûsa xwe bitewînin. Jixwe, ew êriş 15’ê Tebaxê çêbû ku 15’ê Tebaxê ji bo Kurdistanê navê berxwedana dîrokî û azadiyê ye, lewma ev dîrok hate hilbijartin.
Gelo mirov dikare vê êrişê bi tenê bi dewleta Tirk re sînordar bike? Gelek derdor dibêjin, destê gelek hêzan di vê êrişê de heye; wekî Iraq, hikûmeta Başûr û Emerîkayê?
Êzîdxan di nav sînorên dewleta Iraqê de ye. Iraq piştî serdema Sedam ket bin himayeya Emerîkayê. Ji ber vê yekê çi tişta li Şengalê pêk were, ev her du hêz jê berpirsyar in. Li Iraqê di rewşa heyî de dubendiyeke xurt a Emerîka-Îranê û Amerîka-Tirkiye heye. Piştî hilbijartinên 12’ê Gulanê hê jî hikûmet nehatiye avakirin, sedema wê jî ev dubendî ne.
Iraq girêdayî hêzên derve siyasetê dimeşîne. Iraq niha dixwaze ji dubendiya Emerîka-Îranê û dubendiya Emerîka-Tirkiye sûdê wergire. Hikûmeta Iraqê ji aliyekî ve bi Îranê re, ji aliyê din ve bi Tirkiye re tev digere û bi vî awayî hewl dide temenê xwe dirêj bike.
Rayedarên Iraqê ew baş nas dikir
Ji hêleke din ve Êzîdxan ango Şengal, dikeve nav sînorên Mûsilê. Bi sedsalan e pirsgirêkeke desthilatê li vê erdnîgariyê heye ku wek pirsgirêka Mûsilê tê zanîn. Tirkiye dibêje Mûsil ji dema Osmaniyan ve mîrateya wan a bav û kalan e. Îran û Ereb naxwazin vê herêmê ji Tirkiyeyê re bihêlin. Iraq û Tirkiye niha lihevkirinek di ser qetilkirina Zekî Şengalî re çêkir. Bi vê yekê ji xwe re dem qezenc kirin. Her du aliyan jî bi rola pêşeng a Zekî Şengalî dizanî, lewma xwestin bi şehîdkirina wî Êzîdiyan ber bi têkbirinê ve bibin û xweseriya Êzîdxanê ji holê rakin. Ji Şengalê heta Başûr û Rojava, artêşa Iraqê û îstixbarata wê heye. Rayedarên Iraqê yên li Şengalê, Zekî Şengalî baş nas dikir. Ji bo ku Şengalê bixin bin serweriya xwe, xwestin xweseriya demokratîk a Şengalê ya bi pêşengiya Şengalî têk bibin. Ji bo vê yekê bi Tirkiyeyê re li hev kirin. Ebadî beriya bi du rojan çû Enqereyê û ev qetlîam jî li pey vê serdanê pêk anîn û Ebadî heta niha ev êriş şermezar nekir yan jî daxuyaniyek neda. Lewma heta ku têkildarî qetilkirina Zekî Şengalî daxuyaniyeke têrker neyê dayîn, dewleta Iraqê dê wek hevkarê vî sûcî bimîne.
Hikûmeta Başûrê Kurdistanê li hemberî vê qetlîamê hê jî bê deng e. Divê mirov vê bêdeniyê çawa bibîne?
Piştî referandumê, li Başûr parçebûneke berbiçav pêk hat. TC hewl dide ji vê parçebûnê sûdê wergire. Dewleta Tirk li Sûriyeyê fetisî, îcar dixwaze li Başûr û Iraqê bêhnekê hilde. TC dibêje, wê 11 baregehên din li 24 baregehên xwe yên li Başûr zêde kirine. Pirraniya van baregehan li herêma PDK’ê ne. Li hemberî vê yekê PDK’ê ti bertek nîşan nedaye.
Tirkiye nîşan dide ku têkiliyên wê yên bi PDK’ê re baş in. Siyasetvanên PDK’yî vedixwîne Enqereyê. Lê belê qîma xwe bi vê yekê jî nayne û di serî de YNK, dixwaze siyaseta Başûr hilde bin kontrola xwe û wekî rewşa sala 1992’yan, rewşekê pêk bîne.
Tirkiyeyê bi êrîşa li dijî Şengalê nîşan da ku dê hewldana xwe ya ji bo dagirkirina Başûr berfirehtir bike. Tişta xuya dike ew e ku li dijî dagirkirinê bi tenê PKK li ber xwe dide.
NAVENDA NÛÇEYAN