Tevgera Gelê Kurdistanê (TGK) êrîşa hovane ya li dijî navenda Heyva Sor a Kurd li bajarê Kobanê şermerzar kir û banga Yekîtiyê li partiyên Kurd kir. TGK derbarê êrîşê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku nijadperestên Ereb hewl didin ku bi rêya hin komên Islamî li herêmên Kurd şerên naxweyî pêk bînin. TGK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li hêz û partiyên Rojavayê Kurdistanê kir da ku li hember van êrîşan yekîtiya xwe ya netewî pêk bînin.
Ji bo hêzên navnetewî bang
Rêxistina Mafên Mirovan ya Rojavayê Kuridstanê derbarê êrîşa hovane de daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku ev kiryara hovane li dijî hemû pîvan û zagonên mirovahiyê ne. Rêxistinê bang li hemû saziyên navnetewî kir ku li hember van kiriyar helwesta xwe nîşan bidin. Di dewama daxuyaiyê de hate destnîşan kirin ku êrîşên li dijî saziyên sivîl û mirovahî li dijî hemû pîvanên mirovahiyê ne.
Ji KNK û CDKê daxuyanî
Konseya Rêveber a KNK’ê jî bi daxuyaniyekê êrîşa bombeyî ya li Kobanê pêk hat bi tundî şermezar kir û banga piştevaniya gelê Rojavayê Kurdistanê kir. KNK di daxuyaniya xwe ya nivîskî de bal kişand ser cihê êrîşa bombeyî lê hatiye kirin û got, “Êrîş li dora du organîzasyonên xêrxwaziyê Heyva Sor a Kurd û Komeleya Mafên Mirovan hat kirin. Cihê vê êrîşê bi xwe armanc û hêza paş vê êrîşê rave dike.” Konseya Rêveber a KNK’ê da xuyakirin ku çeteyên El Qaîdeyê û dûvelokên wê Eniya El Nûsra, ku ji YPG’ê û Hêzên Asayîşa Rojavayê Kurdistanê derbên giran xwar, bi êrîşên bombeyî berê xwe dane sivîlan. KNK’ê ji xizmên windahiyan sersaxî, ji birîndaran re şîfa xwest û bang li gelê Kurd kir ku piştevaniya Rojavayê Kurdisatnê bike, êş û jana wan parve bike.
Kongreya Civaka Demokraktîk KCDê jî derbarê êrişa li Kobaniyê pêk hat de daxuyaniyek da.. Di daxuyaniyê de hat gotin ku gelê Kurd tekoşîna mafên xwe yê azadiyê dide û di vê çarçoveyê de komên tekel yên dijî Kurd êrişî Kurdan dikin.. KCD dibêje ji ber ku xwe li tekoşîna Kurdên Rojava ranagirin hêzên navnetewî û yên herêmê êriş dikin.
Partiya Aştî û Demokrasiyê BDP jî nerazîbûneke tund li dijî êrîşa bombeyî ya Kobanê nîşan da û got: “Ne tenê çeteya El Qaîde, yên ku piştgiriya lojîstîk û leşkerî didin wan, dewlet û hikûmetên sînorên xwe li wan digrin jî berpirsyar in.” Navenda Giştî ya BDP’ê der barê êrîşa bombeyî ya ku pêr li bajarê Kobanê rû da, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku di dema belavkirina alîkariya însanî de êrîşa hovane rû daye û hat gotin, “Em vê êrîşa bi nefret û hêrseke mezin şermezar dikin.”
NAVENDA NÛÇEYAN