Berpirsê PJAK’ê yê Norweçê Ehwan Çiyako jî axavî û destnîşan kir ku, xwedî derketina li Rojava tê wateya xwedî derketina li tevayî Kurdistanê. Çiyako bibîrxist ku, yekem gêrîlayê PJAK’ê yê jiyana xwe ji dest dayî Rojavayî ye û balkişande ser yeketiya netewî. Piştî axaftinan daxuyaniya çapemeniyê hate xwendin.
Di çalakiyê de li gel pankartan, posterên şervanên YPG’ê yên di şoreşa Rojava de jiyana xwe ji dest dayîn hatin hilbigirtin. Her wiha têkildarî rewşa dawî ya li Rojava danezan û broşur hatin belavkirin.
Li Kielê jî protesto
Ji aliyê din ve li bajarê Kiel ê Almanyayê jî êrîşên li dijî gelê Kurd ê li Rojava hate şermezar kirin. Kurdistaniyên li bajarê Kiel jiyan dikin, ji ber êrîşên vê dawiyê li ser bajarê Efrînê û bajarên din yên Rojava zêdebûn, daxuyaniyek ya şermezarkirinê dan çapemeniyê. Mehmûd Efrîn yê li ber îstasyona trenê daxuyanî xwend, ragihand ku êrîşên li ser Rojava tê wateya bê tehemuliya li hemberî azadiya gelê Kurd.
Di daxuyaniya çapemeniyê de hate gotin ku, Kurdên li Ewropayê jiyan dikin dê li hember van êrîşan bêdeng nemînin û her wiha berxwedana YPG’ê jî silav kirin. Di daxuyaniya ku alên PYD’ê û posterên Ocalan hatin hilgirtin de, danezanên bi Elmanî hatin belavkirin. Çalakî bigirêdana govendê bidawî bû.
OSLO/KIEL