ÎHD û TÎHV’ê bi raporekê diyar kirin ku di pêvajoya hilbijartinan de 100 êriş birine ser HDP’ê. Di raporê de her wiha hate gotin, li ser partiyên muxalefetê jî êriş çêbûne û êşkence li HDP’yiyan hatiye kirin.
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê (TÎHV) li ser binpêkirinên pêvajoya hilbijartinê, rapora xwe bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihandin. Di daxuyaniya çapemeniyê de Hevserokê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan û Sekreterê Giştî yê TÎHV’ê Metîn Bakkalci û endamên Desteya Rêveber ên ÎHD’ê hazir bûn.
Wezîr e, lê ew tehlûke ye
Turkdogan li ser rûdana li Pirsûsê ku çekdarên AKP’ê êriş biribûn ser hilbijêrên HDP’ê û di encamê de 4 kes hatibûn kuştin, helwêsta Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Suleyman Soylu bi bîr xist û got, “Helwêsta Soylu mirov dibehitîne. Weke milîtanê partiyekê tevdigere, çi kesê ku ne alîgirê wî ye, ji wan re terorîst dibêje. Helbet bawerî wê bi wezîrekî wiha neyê.” Turdogan bi domdarî got, Soylu gefê li ewlehiya hilbijartinê dixwe û xwest ku Soylu îstîfa bike.
Dewletê neparast
Turkdogan bi bîr xist ku di navbera 26’ê Nîsanê û 20’ê Gulanê de gelek caran maf hatin binpêkirin û got, “Li gel ku hatiye diyarkirin ku di şertên Rewşa Awarte de, bi tevdîrên ewlehiyê ber bi hilbijartinê ve diçin jî, di êrişên ser partiyên siyasî û nûneran de tiştek neguheriye. Peywirdarên raya giştî karê xwe nekirine.”
Bîlançoya êrişên li dijî HDP´ê
Li gorî raporê HDP 93 caran rastî êrişan hatiye; beramberî vê ÎYÎ Partî 12 caran, CHP 12 caran û Partiya Saadetê 8 caran rastî êrişê hatine.
Li gorî raporê ecama van êrişan jî wiha bûye: Li navçeya Rihayê, Pirsûsê 4 kes hatin kuştin (3 ji wan HDP´yî), 49 kesên alîgir yan jî endamê HDP´ê derb xwarin yan jî birîndar bûn. Herî zêde jî bi erka dewletê êriş hatine kirin ku rapor jî vê yekê wiha tesdîq dike: 361 alîgir, endam, mişahidên hilbijartinê ên HDP´ê hatin destgîrkirin û 13 jî hatin girtin.
Wekî din walî û qeymeqamên dewleta Tirk jî 17 caran mîtîng û xwepêşandanên HDP´ê qedexe kirin.
ENQERE