Fermandariyên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinan ên Şengalê (YJŞ) daxuyaniyeke hevpar dan û Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Zekî Şengalî û qurbaniyên komkujiyên Til Hizêr, Sîba Şêx Xidir û gundê Koço bi bîr anîn. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku bi ruhê tolhildana hemû ferman û qirkirinan ew soz didin ku wê têkoşîna xwe mezin bikin û bibin bersiv ji hemû fermanan re. Di daxuyaniya YBŞ/YJŞ de weha tê gotin: “Weke dijminan dixwest me paş de gav neavêt. Me di înşakirina xeyalê Mamê xwe de gavên tifaqî û parastinê yên pir girîng avêtin. Bi têkoşîn û berxwedanê em ê xwesteka Mam Zekî li ser vê axê misoger bikin.”

Em ne tenê hêza parastina Şengalê ne

Fermandariyên YBŞ û YJŞ‘ê bi bîr xistin ku 15’ê Tebaxê di dîroka gelê Kurd de xwedî wateyeke vejîna azadiyê ye li dijî dagirkeriyê û got: Tiştekî tesadûfî nîne ku di Tebaxa 2007’an de li Sîba û Til Hizêr, 3´ê Tebaxa 2014’an Fermana li Şengalê û 15’ê Tebaxa heman salê komkujiya li Koço pêk hatin. Heman rojê li dijî Mam Zekî êriş pêk hat. Bi vê êrişê dijmin xwest ku ruhê me yê nû vejînê têk bibe. Bi êrişa dijî Mam Zekî xwestin nirxê me yê di têkoşîna dijî fermanê de afirî di şexsê Mam Zekî de bûye stûna azadiya civaka me têk bibin. Lê têkoşîna YBŞ, YJŞ û sekna gelê me yê berxwedêr ev pîlan û xeyalê dijminan şikand û têkoşîna xwe mezintir kir. Di vê tekoşîn û berxwedanê de îro YBŞ û YJŞ ne tenê hêzek parastina Şengalê ye, di heman demê de hêzek di çareserî û aramiya Iraqê de jî xwedî rol û mîsyonek sereke ye. Asayîşa Êzidxan di tekoşîna dijî DAÎŞ de, her wiha di parastina hevbeş û tifaqa gelê Iraqê de hêzek diyarker û sereke ye.”

 

ŞENGAL