Eyşe Hiso: “Dewleta Tirk a dagirker dibêje em ê cihekî ´ewle´ çêkin. Wê ewlehiya çi çêkin? Hebûna Tirkiyeyê li herêmê tehlûkeyê çêdike.Ji bo wê jî ´herêma ewle´ ya ku Tirkiye behsa wê dike, herêma tinekirina gelên herêmê ye.”
Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Eyşe Hiso di 3’yemîn kongereya rêxistina navçê ya partiya xwe ya li Amûdê de axivî. Eyşe Hiso bal kişand ser pêkhateyên li kongreyê amade û got: “Hebûna gelên ku niha di kongreyê de amade bûne, sîstema neteweya demokratîk nîşan dide. Partiya ku di Sûriyê de vîna gel temsîl dike û hevbeşiyê ava dike, PYD’e ye. Ev proje ji tevahiya Rojhilata Navîn re bûye mînak.”
Berxwedana li dijî jenosîdê
Eyşe Hiso di dewama axaftina xwe de bal kişand ser dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê û got: “Dewleta Tirk a dagirker piştî dagirkeriya Efrînê niha dixwaze wan herêmên din jî dagir bike. Herêmên ku rizgar bûne tên armanc kirin. Hovîtiya li Efrînê dewama hovîtiya DAIŞ’ê bû. Planên Tirkiyeyê li Efrînê di şexsê şehîd Avesta û Barînan de pûç bûn. Niha jî Jenosîda ku dewleta Tirk dixwaze li ser gelê herêmê pêk bîne, bi vîn û berxwedana gelê Efrînê li Şehbayê tê pûçkirin.”
Tirkiye tehlûke ye
Eyşe Hiso bal kişand ser “herêma ewle” ku Tirkiye qala wê dike û got, “Gefên dewleta Tirk a dagirker li ser hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne. Tirkiye ji 2011’an ve gefan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe. Ev herêm bi giştî ewle ne. Dewleta Tirk a dagirker destketiyan hedef digire. Her wiha dewleta Tirk a dagirker dibêje em ê cihekî ´ewle´ çêkin. Wê ewlehiya çi çêkin? Hebûna Tirkiyeyê li herêmê tehlûkeyê çêdike.Ji bo wê jî ´herêma ewle´ ya ku Tirkiye behsa wê dike, herêma tinekirina gelên herêmê ye.”
‘Hezar silav ji Leyla Guvenê re’
Hevseroka PYD’ê Eyşe Hiso di dawiya axaftina xwe de Leyla Guven ku ev 77 roj in di greva birçîbûne de ye, silav kir û got, “Çalakiya Leyla Guven ji bo hemû jinan xeta azadiya jinan diyar dike. Em ê heta dawiyê li ser xeta berxwedana Leyla Guven li ber xwe bidin.”
ANHA/ QAMIŞLO