Biryara êrîşên dawî ya li dijî Kurdên Rojava û herêma Helebê dîsa li Tirkiyê hat dayîn. Beriya niha bi gelek belge û dîmenan derketibû holê ku Tirkiye piştgiriya komên çekdar dike, wan dihewîne û civîna dide çêkirin. Her wiha di daxuyaniyên hinek rayedarên Tirkiyê de jî ev yek hatibû îtîrafkirin. Hat hînbûn ku êrîşên dawî jî dîsa li Tirkiyê hatine plankirin.
Li Dîkolê civiyabûn
Piştî ku bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê di 17’ê Tîrmehê de ji komên çekdar hat rizgarkirin, 70 fermandarên Artêşa Hur di 26’ê de li bajarê Dîlokê yê bakurê Kurdistanê civînek lidar xist. Civîn di çapemeniya Tirk de jî wekî nûçe cîh girt û li gorî van nûçeyan civîn bi malovaniya Weqfa Perwerde, Çand û Piştevaniyê ya Bulbulzade pêk hatiye. Di civînê de bi taybetî li ser pevçûnên li Rojavayê Kurdistanê yên di navbera hêzên YPG’ê û komên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şam/Cephet El-Nusra axaftin hatine kirin.
Li gorî çapemeniya Tirk, Serokê Konseya Leşkerî ya Helebê ya Artêşa Hur Albay Abdul Cabbar El-Akîdî, di civînê de PYD bi alîgiriya rejîma Baasê tawanbar kiriye. Her wiha Fermandarê Tugaya Nurettîn Zengî Tevfîk Şehabettîn jî gotiye ku ew bihostek axa Suriyê jî nadin tu kesî û destûr nadin parçekirinê. Dîsa Endamê Konseya Leşkerî ya Suriyeyê Ebdul Cebbar Egîdî di civînê de gotiye “Êdî dema tunekirina Kurdan û derxistina wan a ji herêmên Suriyeyê hatiye.” Li aliyê din hat gotin ku piştî Serêkaniyê ji destê komên çekdar hat girtin, navenda civînên komên çekdar û rayedarên Tirk jî, ji bajarê Rihayê birine Dîlokê. Hat hînbûn ku sedema vê guhertinê jî ewe ku Serêkaniyê ji destê koman hatiye derxistin, loma bandora wan nemaye, her wiha Dîlok jî zêdetirîn nêzî Helebê ye.
Piştî civînê êrîş pêk hat
Balkêş e ku 2 roj piştî vê civînê yanî di 29’ê Tîrmehê de komên çekdar li bajarokên Til Eran û Til Hasil ku piranî welatiyên Kurd lê dijîn, êrîş pêk anîn. Di van êrîşên ku ev 5 rojin dom dikin de malên Kurdan hatin talankirin, li hemberî welatiyan hovîtî hat kirin, zêdetirî 70 kesî hatin kuştin û 350 kes jî hatin revandin.
Ji bilî van herêman bajarokên Kubeysîn, Cerablûs, Minbic ên girêdayî Helebê û 5 gundên girêdayî wan ku piranî Kurd lê dijîn jî dibin talukeyê de ne. Li Til Hasil û Til Eran, gundên girêdayî wan nêzî 40 hezar Kurd hene. Hat ragihandin ku hemû Kurdên li vê herêmê dijîn di bin talukeya êrîş û komkujiyan de ne. Dîsa fikar heye ku Êrîl li Minbic, Cerablus, Tel Eran, Kebra, Kefer Zixir û Eraz belav bibin.
Amadekariya komkujiyên nû
Piştî êrîşên komkujiyê yên li bajarokên Til Eran û Til Halîs vê carê çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şam/ Cephet El Nusra û komên girêdayî Artêşa Hur vê carê jî dixwazin li bajarê Minbic ku hemwelatiyên Kurd û ereb bi hev re jiyan dikin, komkujiyek din bikin. Agahiyên ji bajêr tên û daxuyaniya li ser navê Meclisa “Şoreşê” ya Minbic a Artêşa Hur hatiye dayîn vê fikarê zêde dike. Hat zanîn ji gelê Kurd hatiye xwestin Mala Gel ya Minbic bigrin û li bajêr tu saziyên Kurd nemînin. Çavkaniyên herêmê didin diyar kirin ev amadekariya komkujiyan e. Çavkaniyan ragihandin ku riya çûn û hatina Kobanê ji aliyê van çetan ve hatiye girtin.
ANHA/QAMIŞLO