
Konseya Rêveber a KNK’ê, derbarê êrîşa çeteyên AKP-PDK’ê ya li Xanesorê li dijî sivîlan, daxuyaniyeke nivîskî weşand. KNK’ê êrîşa pêr li ser girseya gel li Şengalê bi tundî şermezar kir û got, kesên çek li hemberî gel bi kar anîne û yên fermana êrîşê dane, divê werin girtin û darizandin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku gelê Şengalê ji hatina çekdarên PDK’ê ne rehet e û ne razî ye û wiha domî: “Van nerazîbûnên xwe jî bi her awayî tînin ziman û xwepêşandanên protestoyî li dar dixin.” Konseya Rêveber da zanîn, ku dewleta Tirk demeke dirêj e li ser Şengalê dixebite û dixwaze di nava hêzên Kurdistanî de aloziyan derxîne. KNK’ê bal kişand ser li daxuyanî û kêfxweşiya rayedarên Tirk yên piştî bûyerên li Şengalê û wiha dewam kir: “Mixabin hin hêz di vî warî de li gorî hesasiyetên gelê me tevnagerin û dilê dijmin xweş dikin. Ev bûyer û aloziya li Şengalê tenê ji dijminên gelê me re xizmetê dike. Ji hemî deman zêdetir, vê demê pêwîstî bi yekîtiya neteweyî heye. Pêwîste her hêzeke Kurdistanî li ser xeta neteweyî kar bike.” KNK’ê destnîşan kir ku rewşa heyî nayê qebûlkirin û got, “Em û raya giştî ya Kurdistanê bi vê rewşê dilgiranin û xemgînin. Ev rewş li dijî berjewendiyên gelê Kurdistanê ye û em vê rewşê qebûl nakin.”
NAVENDA NÛÇEYAN