Şeva din êrîşeke berfireh li dijî Zê, Bradost, Kampa Penaberan a Mexmûrê, Şengal û gundên Qendîlê pêk hat. Çavdêrên siyasî yên Başûrê Kurdistanê ev êrişa berfireh weke encama hevdîtina MÎT’a Tirk ya li gel Serokwezîrê Iraqê Mistefa El-Kazimî û Emerîkayê şirove dikin. Musteşarê MÎT’a Tirk Hakan Fîdan hefteya borî roja pêncşemê bi awayekî veşartî serdana paytexta Iraqê Bexdayê kiribû. Hat îddîakirin ku ji bilî Fîdan, Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Hûlûsî Akar jî di şandeyê de hebûye. Li gorî çapemeniya Erebî Hakan Fîdan ku tê îddîakirin Akar jî li gel wî bûye, bi Serokwezîrê Iraqê Miste El-Kazimî re, bi rayedarên Emerîkayê û hinek berpirsên PDK’ê re li Bexdayê hevdîtin pêk anîn. Her wiha tê gotin hevdîtina Hakan Fîdan ya li gel rayedarên Emerîkî yên leşkerî, li baregeheke leşkerî ya Emerîka ya li derveyî Bexdayê pêk hatiye. Di hevdîtinê de li gel berpirsekî payebilind ê Emerîkayê, nûnerên hinek dewletên herêmê jî amade bûne. Di heman demê de doh Wezîrê Karê Derve yê Îranê jî li Tirkiyê hevdîtin pêk anîn. Li aliyê din derket holê ku dewleta Tirk planên NATO yê rojhilatê Ewrûpayê bloke dike û di berdêla vê de dixwaze PYD û YPG weke terorîst bêne naskirin. NAVENDA NÛÇEYAN