Gelên li rojavayê Kurdistanê dijîn bi pêşengiya Kurdan hêzên xwe yên rêxistinî û parastinê avakirin. Bi taybetî jî hêzên parastanê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) hem gelên Rojava û hem jî deskeftiyên gelan bi berxwedana bêhempa li hemberî êrîşên rejîma Sûriyeyê, komên çete yên Tirkiye û hêzên navteweyî diparêzin.

Fermandarê Giştî yê YPG’ê Sîpan Hemo der barê planên kirêt ên hêzên dagirker ku dixwazin li ser Rojava bimeşînin nêrînên xwe parve kir. Fermandar Hemo, diyar kir ku êrişên komên çete yên li dijî Efrînê û ambargoya piştî van êrişan hat danîn, meh li pey xwe hiştiye û ev planên êrişê yên li dijî Efrînê li Tirkiyê tên plansazkirin.

Bandora girtina deriyê sînor

 Hemo, destnîşan kir ku bi destpêkirina êrişên li dijî Efrînê re deriyê sînor ê Rojava û Başûr hatine girtin û ev tişt anî ziman: “Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê deriyê sînor ê Sêmalka girtin û hejmarek zêde pêşmerge li ser sînor bi cîh kirin. Em nizanim ka di navbera hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê û komên çete yên êrişî Efrînê kirine de peymanek heye yan na. Dê dîrok vê zelal bike. Lê girtina deriyê sînor ê Sêmalka û bicîhbûna pêşmergeyan li ser sînor, cesaret daye komên çete ku êrişî Efrîn û Serêkaniyê bike. Komên çete digotin 'Kurd bi hev ketine, pirsgirêk di nava Kurdan de derketiye û ev yek jî Kurdan qels dike. Ji xwe eger nakokiyên nava wan kûr bibe, li tu deverê nikare li hemberî me rawestin.' Bi vê helwestê dest bi êrişan kirin."

YPG hêza parastina gel e

 Hemo, anî ziman ku komên çete di van hesabên xwe de şaşiyek kirine û wiha berdewam kir: "YPG, li ser nakokiyên siyasî ava nebû. Bi felsefeya parastina berjewendiyên gelê Kurd ava bû. Ji ber ku li ser vê xet û felsefeyê ava bû, nakokiyên navbera hêzên siyasî yên Kurd bandorê li YPG'ê nake. YPG ket sala 3’yemîn û xwe li ser parastina mafên netewî yên gelê Kurd perwerde dike. Ji ber vê yekê pirsgirêkên siyasî yên di nava Konseya Bilind a Kurd û sînorê Herêma Federal a Kurdistanê bandor li YPG'ê nekir. Ger YPG'ê xwe li gorî tevgereke siyasî bi rêxistin kiriba wê bi bandor li ser wê bikira, bi tu awayî bandor li ser xebatên YPG’ê nekiriye û nake jî. Bi vê yekê re hesabên komên çete yên li ser vê bingehê pûç bûn. YPG'ê gav bi gav li her qadê derbê li komên çete dixe. Gund bi gund, komên çete qewirand."

Hêza komên çete hate şikandin

 Der barê destpêka êrişên komên çete de jî Hemo ev agahî da: “Komên çete li Dêrmişmişê dest bi êrîşên xwe kir. Komeke çete beriya bi demekê hat vê herêmê û bi navê penaberiyê xwestin li avahiyeke vala bi cîh bibe. Gelê me jî deriyê xwe li wan vekir. Lê gava dest bi êrîşê kirin, me dîtin ku wan çekên xwe yên giran derxistin û êrişî me kirin. Ji ber vê yekê, me ji wir dest bi paqijkirina wan kirin. YPG'ê bi berxwedaneke destanî, ji wî gundî destpê kir û gund bi gund komên çete yên li ser navê Artêşa Azad a Sûriyeyê tevdigeriyan, qewirand. Piştî pevçûna 10 rojan destpêkê ji wî gundî hatin derxistin, dûre jî bi dorê ji Cilbir û Bênê komên çete hatin qewirandin. Komên çete gundên Bênê û Basilê ji xwe re kiribûn weke biryargehê û dixwestin êrişên li dijî Efrînê ji van deveran bimeşînin. Destpêkê ev herêm hat dorpêçkirin û komên çete jê hatin derxistin û dûre tevahiya herêmên Kurdan ket bin kontrola YPG'ê. Encama herî girîng a ji vê derê derket holê ew e ku wan di şer de winda kir. Tu vîna van koman ku li ber xwe bidin nemaye."

Gel piştgirî da YPG'ê  

Hemo, bal kişand ser peyamana YPG'ê ya bi koman re û diyar kir ku ev gel divê karibe biçe Heleb, Şam û bajarên din, lewma ew ji bo ev rê werin vekirin, bi komên çete re rûniştine û wiha pêde çû: “Tevî ku di warê leşkerî de komên çete bi temamî têk çûn jî me ji wan re got ew li dora masê rûnên, li hev bikin. Ev peyman li ser çar xalan bû. Li gorî vê peymanê kontrola van gundan wê di destê YPG'ê de be. Riyên Efrînê bi temamî werin vekirin. Xala herî girîng jî kujerên berpirsyarê Lîva Tehvîd Şamîl ê di roja destpêkê ya şer de hat kuştin, were ronîkirin. Wan bi xwe di nava xwe de ew kuştin. Bi komployekê ew kuştin û li ser vê yekê êrişan dest pê kir. Weke sedema van êrişan jî kuştina wî kesî nîşan dan. Di vî şerî de yekîneyên me bi lehengî li ber xwe dan. Gelê me jî bi heman rengî li ber xwe da. Ji ber vê yekê em bi ser ketin. Gelê Efrînê 24 saetan ji bo vê berxwedanê li ser piyan bû. Ev berxwedana gel, komên çete tirsand. Di destê komên çete de çekên giran gelek bûn. Lîva Tevhîd 13 tank meşand. Lê belê, yekîneyên me bi ruhê bexwedanê û bi piştgiriya gelê me, ev komên çete têk çûn."

Dixwazin xayin bên darizandin  

Hemo, bal kişand ser du komên Kurdan ên bi Artêşa Azad a Sûriyeyê re tevdigerin û anî ziman ku komên Tabûra Selahaddîn û Yusuf El Azma pêşengiya van êrîşan kirine. Hemo, da xuyakirin ku tevî van koman li pêş şerê li hemberî wan cih girtin jî wan nehiştin, ev herdu kom di hevdîtinê de amade bin û wiha dirêjayî da axaftina xwe: “Ji ber ku ew herdu kom xayin bûn me nehişt ku di hevdîtinan de ne amade bin û di encamê de jî ne amade bûn. Ez dikarim vê bêjim kuger berpirsyarê koma Yusuf El Azma xwe weke Kurdekî dibîne, bila îro weke gundê Bênê û li wir ji xwe re bêje "Ez Kurd im". YPG wê dest nede wî. Lê gelê Bênê ne wiha ye. Ji ber ku ew dizane, wî çi anî serê vî gelî. Ne em, gel dixwaze wan xayinan darizîne. Weke Kurdekî ez dibêjim, ev herêm herêma Kurdan e, êrişa li dijî van herêman xayintî ye. Dibe ku pirsgirêk di nava me de hebe, lê nabe em vî gelî, vî welatî bikin qurbanê van pirsgirêkên xwe. Lê ew bi vî rengî nafikirin. Werin em di nava xwe de pirsgirêkên xwe nîqaş bikin û çareser bikin. Lê nehêlin hêzên derve axa me dagir bike."

Plana wan vala derket  

Hemo, ragihand ku bi êrişên li dijî Efrînê re nêzîkatiya komên çete ya şoreşê zelal bûye û wiha got: “Dest ji şerê li hemberî rejîmê berdan, hatin vê derê li hemberî me şer kirin. Hatin cihekî ku tu saziyên dewlet û hêzên dewletê tune ye, li hemberî me şer kirin. Ev yek nîşan dide ku ev hêz çiqasî alîgirên şoreşê ne. Nîşan dide ku armanca van ne şoreş e. Berdevkê derve yê Lîva Tevhîd Îmal Sîmal bi devê xwe got ‘divê em vî karî bi lezgînî biqedînin’. Ji ber ku lîstika di nava lîstikê de dît. Derket holê ku ev komên xayin ên Kurd ên di nava wan de çûne bi Tirkiyê re hevdîtin kirine. Salah Bedrettîn û berpirsyarên wan ên din çûn Tirkiyê û ji Tirkiyê re gotine ku wan hêzeke cuda ava kirine, hêzeke bi navê Îttîhat siyasî ava kirine û hêj şer dikin. Min wê rojê bi nûnerên partiyên din ên di nava wê îttîhat siyasî re hevdîtin kir û behsa rewşê kir. Min ji wan re got, li gorî plana wan dê êrîş ji derve dest pê bikira û ew ê jî ji hundir ve Efrîn bixista kontrola xwe. Lîva Tevhîd mîna hat plankirin, ji derve dest bi êrîşê kir. Şer 25 rojan dewam kir. Lê dîtin ku yên ji wan re gotine ew ê jî ji hundir ve têkevin nava tevgerê, tiştek nekirine. Vê carê jî wan ji van xayinan re şandin û gotin, we em xapandin."

‘Em dikarin xwe biparêzin’

Piştî ku hêzên xayin nikarîbûn bi riya leşkerî YPG’ê têk bibin, dest bi paşgotinên bêbingeh kirin. Hemo li ser gotûbêjên ku dibêjin YPG destûrê nadin hin partiyên siyasî hêzên xwe yên leşkerî ava bikin û di vê mijarê de jî wiha axivî: “Hêza wan tune ye ku hêzeke leşkerî ava bikin. Bi tenê diaxivin. Plan dikirin ji başûrê Kurdistanê pêşmergeyan bînin. Mîna ku gelê Rojava nikare ji bo parastina xwe hêzekê ava bike, plan dikirin ku ji Başûr pêşmergeyan bînin. Ev yek heqaretek li gelê Rojava ye. Ji ber ku ev gel li her çar parçeyên Kurdistanê têkoşiyaye. YPG hêzeke ji zarokên vî gelî ye. Ger ji devereke din hêz bihata anîn, ev dihat wê wateyê ku em nikarin xwe biparêzin, nikarin xwe bi rê ve bibin.”

Dixwazin destkeftiyên Kurdan têk bibin

Hêzên Kurdan ên ku di serî de bi guman nêzîkî YPG’ê dibûn, piştî berxwedana bêhempa ya YPG’ê dîtin bê şik û guman tevli nav refên YPG’ê bûn. Hemo, da zanîn ku hin hêzên Kurdan xwestin tevli YPG'ê bibin û axaftina xwe wiha domand: “Yek ji van jî endamê Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurdên Sûriyeyê Ela Kasim bû. Gava êrişên li Serêkaniyê dest pê kir, ew tevli me bû û bi lehengî şehîd ket. Mirovekî durist û paqij bû. Di haya qîmeta welat û azadiya xwe debû. Ev partiyên siyasî yên dixwazin hêzeke leşkerî ava bikin, xwe nêzî hevdîtinan jî nakin. Nêzîkatiyên bi vî rengî, em weke xirakirina ewlekariya herêma Kurdan dibîn. Niha 10-15 kes li hev kom dibin û dibêjin navê me ev tabûr e. Ev ne çanda me Kurda ye. Ev çanda Artêşa Azad a Sûriyeyê ye. Divê dest ji vê helwestê berdin."
Hemo, herî dawî li ser xebatên siyasî yên rêxistinên Kurdan jî rawestiya û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Armanca êrişên ev nêzî meheke tên kirin, pêşîgirtina li tevlibûna Kurdan bi navê Konseya Bilind a Kurd li Konferansa Cenevreyê ye û têkbirina hemû deskeftiyên Kurdan e. Em wekî YPG’ê têkoşîna me ji bo parastina berjewendiyên gelê Kurd di asta herî bilind de dewam bike.”


SEYÎT EVRAN/ANF/HELEB