Êrişa bi kêran li dijî kurdekî ji Rojhilat
Sadiq Zarza yê 64 salî ji kevne rêveberên PDK´a Îranê ye û li Holandayê dimîne. Şemiya bihurî li dijî wî li bajarê Leeuwarden êrişeke bi kêrê çêbû. Êrişkarê 38 salî jî welatiyê Îranê bûye û polîs ew girtiye. Sadiq Zerza di êrişê de derb ji serî, qirik, sîng û zikê xwe xwarin, belê ji êrişê sax filitî. Birayê wî Tahir Zarza ji çapemeniya Holandî re got, ev êrişeke rejîma Îranê ye. Li gorî wî beriya çend salan, îstîxbarata hiolanda kariye êrişeke din a li dijî Sadiq Zarza asteng bike. AMSTERDAM