
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê ragihand, ku pevçûnên piştî êrîşên DAIŞ'ê yên 23'ê Sibatê destpê kirin, li rojavayê Kantona Cizîrê bi dijwarî dewam dikin û diyar kir, ku çeteyên DAIŞ'ê duh danê sibehê bi piştgiriya tank, wesaîtên zirxî, çekên giran û hêzên teqwiye ku ji navendên cûr be cûr ên Sûriyeyê kom kirin, di navbera Hesekê û Til Temirê êrîşekî mezin lidar xistin.
Navendê da zanîn ku çeteyan di vê êrîşê de pira Xerîta ya ku li vê herême yekane pira li ser ava Xabûrê ye û ji Hesekê 23, ji Til Temir jî 14 km dûr e, gundên Til Baz, Til Cezîrê, Xerîta, Til Tal, Til Necmê û Medcenê yên nêzî Til Necmê ne hedef girtine.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku hêzên YPG/YPJ'ê bi berxwedaneke bêhempa li hemberî êrîşên li qadeke 9 kîlometreyî sekinîne û hat gotin, "Çete, ji wan qadên ku ketin hatin derxistin. Li herêmê pevçûn berdewam dikin. Di van pevçûnan de heta niha qasî hatiye zelalkirin 23 endamê çeteyan hatine kuştin. Hêzên me tevî 10 termên çeteyan dest danîn li ser 10 kleş, 1 BKC, 1 B7 û gelek cebilxaneya van çekan."
6 şervanan jiyana xwe ji dest da
Navenda Çapemeniyê diyar kir ku di vî şerî de 6 şervanên YPG/YPJ'ê yên di şikandina êrîşên çeteyan de roleke girîng lîstin bi lehengî şer kirin û jiyana xwe ji dest dan.
Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku çeteyan duh bi şev xwestin li hemberî gundê Xebîş ê Til Temirê êrîşekê lidar bixin û li ser bersivdayîna hêzên YPG/YPJ'ê êrîş hatiye şikandin.
Li gorî daxuyaniyê, hêzên YPG/YPJ'ê li hemberî çeteyên di navbera Til Temir û Alya de çalakî pêk anîn.
Li Kobanê çalakiyên YPG/YPJ'ê
Li Kobanê di çarçoveya operasyonên YPG/YPJ'ê yên paqijkirina derdora kantonê de li başûrê herêmê 2 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin. Li gorî daxuyaniya Navendê, hêzên YPG/YPJ'ê duh bi şev li hemberî komeke çeteyan a li nêzî gundê Sepeta Ereban ê li başûrê Kobanê çalakiyek pêk anîn û di encamê de 2 çete hatin kuştin.
Navenda Çapemeniyê diyar kir ku di heman şevê de li başûrrojhilatê Kobanê jî çalakiyek hatiye lidarxistin û di vê çalakiya li gundên Minîfê Kor, Xweydankê û Meqleaya Çelebî de pevçûnûn dijwar qewimîne.
Navendê diyar kir ku agahiyên berfireh ên li ser van pevçûnan wê dûre bi raya giştî re werin parvekirin.
HESEKÊ/KOBANÊ
Li Şengalê 7 çete hatin kuştin
Li gorî agahiyên ku ji aliyê Fermandariya HPG'ê ya Şengal û Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê ve hat dayîn bi rêzeçalakiyên ku gerîlayên MLKP’î jî beşdarbûnek aktîf nîşan dane, derbên giran li çeteyên DAIŞ’ê xistine.
Li gorî agahiyên hatine dayîn 8’ê Nîsanê saet li dora 17’an li nêzî Taxa Xeyîr Nasir li dijî çeteyan çalakî pêk hatine. Di encama çalakiyan de du çete hatin kuştin û doh jî li heman taxê çeteyek hat kuştin. Şeva 8’ê Nîsanê saet 23.45’an, li nêzî Girê Şehîd Erdal li dijî çeteyan çalakî pêk hat û çeteyek hat kuştin, yek birîndar bû. Li Taxa Sûka Jêr a Şengalê di encama çalakiya sûîqestê ya hêzên berxwedanê pêk aniye de 2 çete hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.Doh serê sibehê li Taxa Xeyîr Nasir li dijî çeteyan çalakiyek pêk hat û çeteyek mir û yek birîndar bû. Balafirên şer ên hêzên koalîasyonê li dijî nuqteyên çeteyan 4 bombebaran pêk anîn.
ŞENGAL