Çeteyên DAIŞ'ê saet di 09.00´an de ji bajarê Cerablûsê êrîşî çeperên YPG/YPJ'ê yên li gundê Zormixar û bajarokê Şêxlera Jorîn ên 35 km li rojavayê Kobanê, kir.

Li gorî agahiyan ji herêmê hatin bidestxistin, komek ji çeteyan bi awayekî bi dizî ket herêmê, lê hêzên YPG/YPJ'ê bi wan hesiyan û ew dorpêç kirin. Di şerê dijwar ê li vir de koma çeteyan hate bêbandorkirin. Lê der barê encaman de agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Di dema şer de çeteyan ji aliyê Cerablûsê jî bi çekên giran herêm topbaran kir. Li herêmê car caran şer diqewime.


Dewleta Tirk jî êrîş kir

Di vê navberê de bi çeteyan re di heman demê de dewleta Tirk jî herêma heta gundê Deknîk ê li rojavayê Cerablûsê bombebaran kir.

Dewleta Tirk bi vê bombebaranêdûmanê ve zorê dide gelê li herêmê, ji bo koç bike. 


 KOBANÊ