Navenda Çapemenî û Ragîhandina YPG’ê diyar kir hêzên wan li Çiyeyê Kizwanan êrîşa çeteyan şikandine û li Sirîn derbeyên giran li çeteyan dane. Navendê da zanîn ku pevçûnan de herî kêm 47 çete hatine kuştin û gelek hatine birîndarkirin.

Navenda Çapemenî û Ragîhandina YPG’ê derbarê şer û pevçûnên pêr û doh yên li kantonên Cizîrê û Kobanê rûdane de daxuyaniyek nivîskî weşandin.

Daxuyaniya Navenda Ragîhandin û Çapemeniya YPG’ê ku li ser malpera fermî hate weşandin de wiha hate gotin: „Piştî hewldanên çeteyên DAIŞ’ê ya dagirkirinê Hasekê ji aliyê hêzên me ve hat valaderxistin, çeteyan vê carê li hember Çiyayê Kezwan êrîşek destpêkirin lê ev êrîş jî rastî bersivên tund a hêzên me hat. Çeteyên DAIŞ’ê ku roja derbasbûyî bi temamî ji navenda bajara Hasekê hatin derxistin, doh siharê li hember çiyayê Kezwan êrîşekî destpêkirin. Li hember vê êrîşê ku girê Izea ya çiyayê Kezwan hedef girtibû hêzên me bersivên tund dan. Piştî pevçunên sing bi sing û dijwar a heta derengiyê şevê berdewam kir êrîşê çeteyan hatin şikandin. Komên çeteyên ku êrîş lidarxistibûn neçar man ji qadê birevin.“


Gelek çek hatin desteser kirin

Di daxuyaniyê de têkildarî çek û amûrên leşkerî yên li ser çeteyan hatin girtin de jî ev agahî hatin dayin: „Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a di van pevçunan de nehatiye zelalkirin. Di xebata lêgerînê de hêzên me li vê qadê tevî 4 termên çeteyan dest danîn ser 1 BKC, 700 fîşekên BKC, 5 kleş, 200 fîşekên kleş, 1 çeka suîkastê Zagros û 3 çente ya çeteyan. Di van pevçunên dijwar a di lûtkeya çiyayê Kezwanê hat jiyîn de 5 rêhevalên me yên ku bi vîn û werekiyekî mezin şer dikirin gihiştin şehadete.“


Oprasyonên li Kobanê didomin
Di daxuyaniyê de derbarê pevçûnên li kantona Kobanê jî ev agahî hatin dayîn: ̎Operasyonên hêzên me ya ku li derdora bajaroka Sirîn a başûrê Kobanê lidardixin berdewam dike. Hêzên me li derdora gundê Malha ya başûrê bajaroka Sirîn kombûna komên çeteyan çavder kirin û li dijî vê herême operasyonekî dorfireh destpêkirin.

Di demekî kin de ev komên çeteyan ketin dorpêça hêzên me û li vir di navbera hêzên me û komên çeteyan de şerên dijwar qewimî. Komên çeteyan bi armanca pêşî girtina pêşketinê hêzên me xwastin bi maşînekî leşkerî êrîşê xwekujî pêkbînin. Hêzên me ev maşîne di nava çeteyan de teqandin û di van pevçunan de derbên giran li çeteyan xistin.


Di vê operasyonê de qasî hatiye zelalkirin 42 endamê çeteyan hatin kuştin û 17 çete jî hat birîndar kirin. Hêzên me li vê qadê 7 kleş, 1 çeka sekvanî, 10 rext, 750 fîşeka BKC, 1 eleka ji pola, 1 bêtel û hejmarek amûrên leşkerî bi dest xistin.
Di vê operasyonê de 2 rêhevalên me ku bi ruhê êrîşê nîşan dan ve di serkeftina li dijî çeteyan de rolekî girîng listîn gihiştin şehadete.̎  


 ANHA/HESEKÊ-KOBANÊ