Navenda Çapemeniya YPG’ê derbarê pevçûnên ku li Kantonên Kobanê û Cizîrê dom dikin de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê têkildarî herêma Kobanê ev agahî hatin dayîn:“ Çeteyên DAIŞ’ê doh li başûrrojhilatê Kobanê hewl dan ku êrîşekê pêk bînin. Piştî mûdexaleya hêzên me li qadê pevçunên dijwar rû da û komên çeteyan derbên giran xwarin.Li vê qadê 16 çete hatin kuştin, çeteyek jî bi saxî kete destê hêzên me. Hêzên me termê 16 çeteyan û tevî cebilxaneyên xwe 17 çekên çeteyan bidest xistin. Komên çeteyan piştî derbeyên giran xwarin, neçar man ji qadê birevin.


Li Kantona Cizîrê çeteyekî hat kuştin

Derbarê pevçûnên li herêma Cizîrê de jî di daxuyaniyê de wiha hate gotin:“ Hêzên me şevê din li hemberî komên çeteyên ku li gundê Til Mixas ê giredayî Til Temir bi cih bûnê êrîşek lidar xistin. Di vê êrîşê de çeteyek hate kuştin.Şevê din li hemberî komên çeteyên ku li nêzîkî gundê Mişêrfa yê giredayî Til Berak xwe bi cih kiribûn êrîşek hat lidar xistin. Di encama vê êrîşê de wesayîtek leşkerî ya çeteyan tevî çeteyên di nav de hat ruxandin. Hejmara kuştî û birîdarên çeteyan a di vê êrîşê de nehat zelalkirin.” 


 ANHA/NAVENDA NÛÇEYAN